Hilbijêrên li Swîsreyê: Dîsa dîsa HDP!
Dengdayîna li Swîsreyê dewam dike. Rêjeya çûyîna ser sindoqan li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêm e. Tedbîrên tund ên ewlekariyê yên li konsolosxaneyan balê dikişînin.
Dengdayîna li Swîsreyê dewam dike. Rêjeya çûyîna ser sindoqan li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kêm e. Tedbîrên tund ên ewlekariyê yên li konsolosxaneyan balê dikişînin.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dengdayîna hilbijêrên li Swîsreyê dijîn li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê û Konsolosxaneyên li bajarên Zurîch û Cenevreyê dewam dike. Heta roja îro 16 hezar 844 hilbijêran dengê xwe bi kar anîn. Tê gotin ku piraniya van hilbijêran HDP'yî ne.
Li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê tevlîbûna li dengdayînê heta roja îro kêmtir xuya dike. Ji ber dawiya hefteyê, li pêş konsolosxaneyan rêzên dirêj çêdibin.
Bi sedan hilbijêrên îro danê sibehê herikîn pêşiya konsolosxaneyan, di bin baranê de demeke dirêj li benda dora xwe man. Hat ragihandin piraniya hilbijêrên dengê xwe bi kar tînin HDP'yî ne.
Li aliyê din, li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hîn bêhtir li pêşiya konsolosxaneyan tedbîr hatine girtin. Ji ber van tedbîrên dijwar, dengdayîn dirêj dewam dike.
DÎSA DÎSA HDP
Piştî dengdayînê, piraniya hilbijêr ji kamerayan re dibêjin "Dîsa dîsa HDP". Hin ji hilbijêrên ji kamerayên me re axivîn anîn ziman, ku di her şert û mercan de divê mirov biçin ser sindoqan û xwedî li aştî û demokrasiyê derkevin.
Hilbijêran komkujiyên li welêt bibîr xistin û dan zanîn ku bersiva herî mezin a li polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan, li ser sindoqê hilbijartina HDP'ê ye. Hilbijêr bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn dikin ku bi coşeke mezin li vîna xwe xwedî derkevin.