Heyeta Yewnan hat serdana Amedê
Heyeta Hevkariya Kobanê ya Yewnanîstanê ku bi pêşengiya Partiya Syriza hatiye avakirin û gelek partî di nav de ne, dabeşî sê koman bû û ji bo hevdîtinan berê xwe da Kobanê, Amedê û Dîlokê.
Heyeta Hevkariya Kobanê ya Yewnanîstanê ku bi pêşengiya Partiya Syriza hatiye avakirin û gelek partî di nav de ne, dabeşî sê koman bû û ji bo hevdîtinan berê xwe da Kobanê, Amedê û Dîlokê.
Heyeta Hevkariya Kobanê ya Yewnanîstanê ku bi pêşengiya Partiya Syriza hatiye avakirin û gelek partî di nav de ne, dabeşî sê koman bû û ji bo hevdîtinan berê xwe da Kobanê, Amedê û Dîlokê. Heyeta Amedê, serdana ewil ji bo Şaredariya Bajarê Mezin kir û ji aliyê Hevşaredar Gultan Kişanak ve hate pêşwazîkirin.
Hevşaredar Gultan Kişanak ji ber vê pêjinkariya heyetê a ji bo trajediya li Kobanê spasiya heyetê kir û got ku li Rojava berxwedan û hevkarî bi ser ket û bi vê di nava gelan de pirek ava bû. Kişanak, bal kişand ku li hemû dinyayê gel û miletên cuda xwedî li berxwedana Kobanê derketin û got: “Kobanê bû wesîleya hevkariya navbera gelan. Di vî warî de Kobanê di navbera gelê Kurd û Yewnan de bûye pirek. Li Kobanê êrîşeke giran bi ser nirxên mirovahiyê hate kirin. Berxwedana wê derê tenê parastina axa xwe ya gelekî nebû. Ev berxwedan ji bo hemû mirovahiyê bû û ji bo demokrasiyê hate kirin. Li Yewanistanê berxwedana dijî faşîzmê û li Kobanê berxwedana li dijî DAIŞ’ê tê heman wateyê. Ev gelek girîng e û di navbera gelan de ruhekî hevpar tîne pê.”
BERXWEDANA KOBANÊ Û YEWNANÎSTANÊ DIŞIBE HEV
Li ser navê heyetê Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Georgios Karatsioubanis axivî û der barê xebatên li Yewnanîstanê ji bo Kobanê têne kirin de agahî dan. Georgios Karatsioubanis, aşkera kir ku ji, bo hevkariyê wan kampanyayek daye destpêkirin, wan xurek û pêdiviyên luzûm berhev kirine û got: “Me wek sê kom xwe da rê. Koma yekem niha li Dîlokê ye, koma duyem ji bo biçe Kobanê berê xwe da Pirsûsê û koma sêyem jî, va ye li Amedê ye. Wek hûn dizanin parastina Kobanê pir girîng bû, niha li cîhan, Ewropa û bi taybetî li Yewnanîstanê kombûnên hevgirtinê têne lidarxistin.”
'ARMANC GEŞKIRINA DIYALOGÊ YE!
Georgios Karatsioubanis, da zanîn ku mebesta serdana wan tenê hevkarî û parastina Kobanê nîn e, ew dixwazin têkiliyên xweş bi Kurdistanê re deynin û got: “Armanca me ew e, em têkiliya navbera Yewan û Kurdan xweş bikin û diyalogê geş bikin. Heye behr ketibe navbera me. Lê çandeke me ya hevpar heye. Ji bilî wê, em bi hev re li dijî faşîzm û kapîtalizmê têkoşînê didin. Berxwedana Kobanê û Yewnanîstanê hevpar e.”
Piştî axaftina aliyan diyarî dane hevdu