Hewldana Hunera Azad ji bo aştiyê qîr kir
Hewldana Hunera Azad a di duyemîn hefteya komkujiya Enqereyê de kom bû, komkujî bi meşeke ji Qada Tûnel heta Qada Galatasaray protesto kir.
Hewldana Hunera Azad a di duyemîn hefteya komkujiya Enqereyê de kom bû, komkujî bi meşeke ji Qada Tûnel heta Qada Galatasaray protesto kir.
Hewldana Hunera Azad a di duyemîn hefteya komkujiya Enqereyê de kom bû, komkujî bi meşeke ji Qada Tûnel heta Qada Galatasaray protesto kir. Hunermend Ferhat Tûnç, Alî Baran, Gursel Coşkun jî ku di meşê de amade bûn, endamên hewldana Hunera Azad di meşê de bi erbane, tilîlî, fîtik û kilaman deng derxistin.
Hewldana Hunera Azad komkujiya Enqereyê bi çalakiya dengderxistinê ya ji Tunel heta Qada Galatasaray protesto kir. Hunermend Ferhat Tûnç , Alî Baran, Gursel Coşkûn ku di refên pêş ên meşê de cih girtin pankarta bi Kurdî, Tirkî, Zazakî ya “ Li hember komkujiyê deng derxe” hat vekirin. Endamên Navenda Çandê ya Golge bi baretên xwe û fûlarên sor tevlî meşê bûn. Hunermendên ku kilamên dengbêjan bi erbane, tilîlî û fîtikan qîr kirin û Cadeya Îstiklal zindî kirin.
Hewldana Hunera Azad ku hat Qada Galatasaray ya ji aliyê polîsan hatibû dorpêçkirin li ser navên hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Serhat Kûral axivî; Kûral diyar kir ku ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn hatine cem hev û wiha dewam kir, “Wek hunermend ji bo careke din atmosfera aramî û aştiyê bê, me dengê xwe bilind kir.” Kûral xwest her kes li hember komkujiyan dengê xwe bilind bike.