'Heta Yezîd neçe em nikarin behsa aştiyê bikin'
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan di 10. roja meha Muharremê de bi sedan kes di xwarina fitarê de hatin cem hev.
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan di 10. roja meha Muharremê de bi sedan kes di xwarina fitarê de hatin cem hev.
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan di 10. roja meha Muharremê de bi sedan kes di xwarina fitarê de hatin cem hev. Serokê AABF Huseyîn Mat, Seroka Herêma NRW Fûnda Ozturk, Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’a Wupertal û pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Wuppertal tevlî bûn.
Piştî xwarina fitarê Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropa (AABF) Huseyîn Mat got: "Îro yek ji astengiyên li hember aştî, xwişk û biratiyê Erdogan û AKP ye. Heta Yezîd neçe mirov nikare behsa aştî, xwişk û biratiyê bike.”
'LI SER NAVÊ OL Û XWEDÊ MÊTINGERÎ KIRIN'
Mat wiha axivî: “Dema AKP’e berî 13 salan hat ser wezîfeyê me tiştek gotibû. Wek Tevgera Elewiyan a Ewropa me gotibû, ‘Ev zilam ji bo bigihêjin xwestekên xwe wê her tiştî rewa bibînin. Ev zilam dijminantiya Elewiyan, Kurdan û yên her kesê ku ne ji wan in dikin.’”
'EM DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN, JI WAN RIZGAR BIBIN'
Mat destnîşan kir ku ji ber Erdogan nekirin serok, li Bakurê Kurdistanê komkujiyên sivîlan pêk tînin û wiha got: “Pîvanên şer jî binpê kirine, ji mirovatiyê derketine.”
Serokê Giştî yê AABF Huseyîn Mat diyar kir ku AKP û Erdogan yekemîn astengiyên girîng ên li hemberî aştî, xwişktî û biratiyê ne û ev bang kir: “Heta Yezîd neçe, mirov nikare behsa ti aştî, xwişktî û biratiyê bike. Firsendek di destê me de heye, ger em nikaribin biçin welat û derkevin kolanan jî, em nikaribin li wir tevlî çalakiyan jî bibin, mafekî me yê demokratîk heye; vî mafê xwe bikar bînin. Tenê du roj mane, biçin sindoqan. Kesên nikaribûn biçin jî bi xwe re bibin. Dengê xwe bikar bînin û welat ji van rizgar bikin. Tenê formulek heye ku nehişt Erdogan bi tenê serê xwe bibe desthilatdar. Çi ye ev formul; kesên mazlûm û yên tên pelçiqandin hatin gel hev. Ger îro di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de Erdogan encama ku xwest bidest nexistibe, ev bingehê xwe ji vê formulê digire; em hatin gel hev û me bi hev re hereket kir.”