Heta edalet bê Roboskî têkoşîn

Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya ÎHD’ê di 46. meha komkujiya Roboskî de li Qada Galatasaray edalet xwest.

Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya ÎHD’ê di 46. meha komkujiya Roboskî de li Qada Galatasaray edalet xwest. Parêzvanên mafên mirovan ên ji bo failên diyar bên darizandin di her 28. mehê de tên gel hev destnîşan kirin ku heta fail bên darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya ÎHD’ê ji bo edalet bê Roboskî ku her 28’ê mehê li Qada Galatasaray tên cem hev, xwestin fail bên darizandin. Namzetê HDP’ê yê Stenbolê Mûrat Mihçi jî ku tevlî çalakiyê bû, pankarta “Ji Roboskî re edalet bila fail bên darizandin” a wêneyên 34 ciwanên li Roboskî jiyana xwe ji dest dan li ser hat vekirin. Di çalakiyê de endamê Desteya rêveber a Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya ÎHD’ê Hûlûsî Zeybel axivî.

Zeybel bi bîr xist ku komkujiya Roboskî yek ji komkujiyên ku rûyê qetlîamker ê dewletê derdixe holê ye, di serî de serokwezîrê demê û serokkomarê roja me Erdogan û Serfermandarê Giştî yê demê Necdet Ozel tevî hemû failên komkujiyê diyar in jî tên parastin.

HÊ HESABÊ ROBOSKÎ NEHATIYE PIRSÎN…

Piştî Hûlûsi Zeybel axaftina îro ji aliyê yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Huseyîn Bogatekîn ve hat xwendin. Bogatekîn diyar kir ku 28’ê Kanûna 2011’an balafirên şer ên dewletê piraniya wan zarok 34 ciwanên Kurd qetil kirin, failên komkujiyê nehatin darizandin, leşkerên bomberdûman kirin ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatin xelatkirin.

Bogatekîn anî ziman ku hê birîna komkujiya Roboskî teze ye, bi dawîbûna bêpevçûniyê ya bi pêvajoya çareserî û diyalogê hatibû destpêkirin re bi taybet li Kurdistanê komkujiyên sivîl gihiştin asta herî jor.

Bogatekîn wiha domand: “Em wek parêzavanên mafên mirovan, li hember kesên vî şerî didomînin ji vî şerî, ji van mirinan û komkujiyan re weke ev bi salan e em dibêjin bi israr em dibêjin bes e. Em dixwazin tavilê kesên ev komkujî pêk anîne derkevin holê, bên darizandin, dewlet bersivê bide biryara agirbestê ya KCK’ê û şîdet bisekine.”

Çalakî bi dirûşma, “Roboskî ji bîr neke nede jibîrkirin bi dawî bû”.