‘Her kesê xwedî wijdan divê tevlî çalakiya sînor bibe’
Çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê di roja 160’emîn de didome. Xwendekarên jin ên Zaningeha Şirnexê jî ji bo piştgiriya çalakiya ser sînor hatin gundê Elîzêrê.
Çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê di roja 160’emîn de didome. Xwendekarên jin ên Zaningeha Şirnexê jî ji bo piştgiriya çalakiya ser sînor hatin gundê Elîzêrê.
Çalakiya ji bo piştgirî û piştevaniya berxwedana Kobanê di roja 160’emîn de didome. Xwendekarên jin ên Zaningeha Şirnexê jî ji bo piştgiriya çalakiya ser sînor hatin gundê Elîzêrê. Xwendekaran bang li hemû jin û xwendekarin kir ku bila tevlî çalakiya li ser sînor bibin.
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bi hezaran welatî herikin ser sînorê Pîrsusê û ji bo piştgirî û piştevaniya şervanên YPJ/YPG dest bi çalakiya nobeda sînor kir. Çalakiya li ser sînor roja yekem heta îro ango di roja 160’emîn de bê navber didome.
Çalakî bi tevlîbûna hem welatiyên Bakurê Kurdistanê hatin hem jî gelek welatiyên ji dewleten cuda hatin û welatiyên gundên ku çalakî tê didome. Jinên ku di berxwedana Kobanê ya bêhempa de nav û dengê xwe li tevahiya cîhanê belav kirin her wiha pêşengiya çalakiya li ser sînor de jî rola xwe dilîze. Xwendekarên ji Zaningeha Şirnexê hatin û li gundê Elîzêrê li ber hemû şert û mercên zehmet de çalakiya xwe didomînin û bangawaziya tevlîbûna xwendekaran a çalakiyê dikin. Xwendekara bi navê Aysel Şik da zanîn ku armanca wan bi çalakiya xwe ve piştgiriyê bidin şervanên YPJ/YPG’ê wiha axivî: “ Di nava şert û mercên zehmet de nobed tê girtin. Tirsa û xofa mirovan heye û di nava şertên zehmet de dijîn. Lê li hemberî hemû bêderfetiyên xwe em bi armanca piştgiriya şervanên YPJ/YPG’ê li virin.” Her wiha Şık got ku piştevaniya derûnî pir girînge û da zanîn ku her çiqas bi piştgiriya çekan ve alîkariyê nedin jî, bi hebûna xwe ve hîs dikin alîkariyê didin şervanan.
Şik da zanîn ku şervanên YPJ’ê berxwedanek bêhempa nîşanî tevahî cîhanê daye û wiha got: “ Berxwedana şervanên YPJ’ê deng li hemû cihanê veda. Divê ku em bi tevahî di nava vê berxwedanê de rol û rista xwe bilîzin û bi hemû aliyan ve jî piştgirî û piştevaniyê bidin şervanên YPJ’ê. Di nava gundan de hejmara pir kême û tevlîbûna ciwanan pir kême. Kal û dayîkên me di vî temenê xwe de tên tevlî çalakiyê dibin lê ciwan tevlî nabin. Tevlîbûna ciwan û xwendekaran dê pir baş bibe. Hêz û têkoşîna ciwanan pir tiştekê mezine û ez bawerim ku her ciwan dikare hefteyekê li hemberî hemû zehmetiyan de li berxwe bide û tevlî vê çalakiya bi rûmet bibe.
Xwendekara bi navê Berîvan Akdogan jî diyarkir ku bi xwesteka xwe ve tevlî çalakiya ser sînor bûye û axaftina xwe wiha bi lêv kir: “ Yê ku di bêje ez xwedî wijdanim bê guman divê ku tevlî vê çalakiyê bibe. Rewşa hewayî bi rastî jî ne başe û her diçe nebaştir dibe û em li berxwe didin û nobedên xwe digirin. Heta dawiyê jî emê li berxwe bidin û çalakiya xwe bi domînin.”
Akdogan di axaftina xwe de bal kişand ser şervanên YPJ’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Têgehiştina çalakiya ser sînor bê guman bi tevlîbûna çalakiyê de tê fêmkirin. Niha her tişt di holê de ye ji ber wê çendî jî ez hez nakim gelek tiştan bêjim. Niha di nava civaka me de pêşengiya her tiştî jin dike û ez bi têkoşîn û berxwedana şervanên YPJ’ê ve jî serbilindim û pê keyfxweşim.”