HDP’yiyan lez dan xebatên hilbijartinan

Xebatên hilbijartinan ên HDP’ê didomin. Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek li navçeyên Kop û Melazgir ên Agirî bi gelên navçeyê re hatin gel hev. Wekîlên HDP’ê li gelek navenda ziyareta esnafan û gel kirin.

Xebatên hilbijartinan ên HDP’ê didomin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek li navçeyên Kop û Melazgir ên Agirî bi gelên navçeyê re hat gel hev. Wekîlên HDP’ê li gelek navendan ziyareta esnafan û gel kirin.

MÛŞ

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ji bo piştgiriyê bide xebatên HDP’ê, li navçeya Kop a Mûşê bi gel re hatin gel hev. Ziyaret ji ber eleqeya zêde veguherî mîtîngê, Yuksel li xaçerê ya Cadeya Roboskî bang li gel kir. Yuksek diyar kir ku muameleya ku HDP niha dibîne, wek partiyek ne li Tirkiye, li derveyî Tirkiyeyê bikeve hilbijartinan e, bi bîr xist ku îradeya gel a di hilbijartinên 7’ê Hezîranê derket holê, ji aliyê Erdogan ve nehat pejirandin.

Yuksek wiha axivî: “Dîktator ji bo karibin desthilatiya xwe biparêzin an şerê hundir derdixin an jî yên derve. Di pêvajoyê şer de dixwazin li ser desthilatiyê bimînin. Vê carê bi destûra Xwedê û yekîtiya gelê xwe ve em ê ji Erdogan re nehêlin. Di 1’ê Mijdarê de em ê wan di bin sindoqan de veşêrin.”

Piştî hevdîtinên Kopê, Yuksek derbasî Melazgirê bû û li pêşiya avahiya DBP’ê ji gel re axivî.

Yuksek ji ber baranê bi kurtî axivî, di xwarina hatibû organîzekirin de bi muxtarên tax û gundan re hat gel hev.

WAN

HDP’e di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengê herî zêde li navçeya Elbakê ya Wanê bi dest xistibû, amadekariyên hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi baldariyek mezin tên kirin. Ji hilbijartinan re hefteyek ma, tevî HDP’e û DBP’ê, hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl di xebatên hilbijartinan de li navenda navçeyê gelek mal ziyaret kirin û pisûleya dengan dan naskirin. Xebat li gel navenda navçeyê, li gundên girêdayî navçeyê jî didomin.

Li navçeya Erdîş a Wanê jî xebatên hilbijartinê hem li navendê hem jî li taxan didome. Namzetên HDP’ê yên Wanê Adem Geverî û Lokman Ergun, li navenda navçeyê çûn ziyareta esnafan.

QERQELÎ

Li navçeya Qerqelî ya Wanê jî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Selamî Ozyaşar di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeyê esnaf ziyaret kirin. Gel li pêşiya buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya li Cadeya Ataturk kom bû, li ser vê atmosferek mîtîngê çêbû. Piştî axaftinan, Ozyaşar û kesên pê re, gel û esnaf ziyaret kirin.

TÛŞBA

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşba di çarçoveya xebatên hilbijartinan di civîna bi muxtarên taxên navçeyê re hatin gel hev. Civîn, li salonek dawetê hat lidarxistin, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Remzî Ozgokçe, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û gelek muxtar tevlî civînê bûn.

ÎPEKYOLÛ

Demeke kurt ku ji hilbijartinan re maye, HDP’yî mal bi mal digerin û deriyê lê nedane nemane. HDP’yiyan li navçeya Îpekyolû ya Wanê esnafên sûkê ziyaret kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.

ARTEMÊTAN

Namzetên HDP’ê yên Wanê Nadîr Yildirim û Bedîa Ozgokçe li navçeya Artemêtan a Wanê di van rojên nêzî hilbijartinan de lez dan xebatên xwe. Danê sibê Sîteya Galeriya Otoyan ziyaret kirin, ji esnafan piştgirî xwestin.

BEDLÎS

Namzetê HDP’ê yê Bedlîsê Habîp Yeşîltepe di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li gundên Kêrp, Nêl, Top, Sak, Balekan û Ent ên girêdayî navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ziyaret kir. Di ziyaretên xwe de Yeşîltepe rastî eleqeyek mezin hat, der barê pêvajoya heyî de welatî agahdar kir.

RIHA

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr di van rojên dawî yên hilbijartinan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, esnaf ziyaret kir, bi saziyên civaka sivîl û medyaya xwecîhî re hat gel hev.

Osman Baydemîr ê sibê zû dest bi xebatên xwe kir, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Xelîliyê Mehmet Melîk hevaltiya wî kir. Destpêkê Bazara Şîre ya ÇÛTÎM’ê ziyaret kirin, li vir bi Serokê ŞÛTÎM Nûsret Kara re sohbet kirin. Piştre Baydemîr esnafê bazarê ziyaret kir, li dû vê derbasî Sendîkaya Yol-Îş’ê bû. Li vir bi Sekreterê Giştî Oner Şitil re sohbet kir, bi endamên sendîkayê re der barê girîngiya hilbijartinan de axivî.

Di berdewama rojê de Baydemîr medyaya xwecîhî ziyaret kir, rawestgeha yekemîn bû Gazete Îpekyol. Bi Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameyê Mûstafa Arisut re fikir û raman parve kirin. Piştre jî li Rojnameya Ûrfanatîk bi Tahîr Gulebak û li Rojnameya Olay bi Celal Çîftçî re hat gel hev.

Yek ji nuqteyek girîng a bernameya Osman Baydemîr jî ev bû ku îro ji Serdozgeriya Komarê Ûgûrhan Kûş di meqamê wî de ziyaret kir. Ziyaret bi Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol re pêk anî. Dema derketin Ozbîngol der barê ziyaretê de agahî da û destnîşan kir ku ji bo ewlehiya hilbijartinan axivîne û agahî parve kirine.

AMED

Namzetên HDP'ê yên Amedê li navçeya Farqînê ya Amedê esnaf ziyaret kirin. Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekîner û gelek kesên din tevlî ziyaretê bûn. Li gel esnafan welatiyan jî eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP'ê dan. Namzet û Parlamentera Amedê ya HDP’ê Feleknas Ûca di ziyaretan de got, "Em ê hemû bi hev re zûtir bigihêjin armanca xwe. Li ser gelê me êrîşeke topyekûn heye."

Namzeta HDP'ê ya din Çaglar Demîrel jî li navçeya Bîsmîlê esnaf ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên esnafan kirin. Demîrel li taxên Rojava, Tekel, Sanayî û Akpinarê tevlî civînan bû. Namzetê din Îmam Taşçier jî li Hezroyê esnaf ziyaret kirin.

Namzetên HDP'ê yên Amedê Edîp Berk û Nesrîn Hîlal Şanli ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê amadekariyên xwe ye hilbijartinê bi serdana tax û gundan didominin. Bi namzetan re heyetek ku ji rêveberiya YNK'ê ya ji Başûrê Kurdistanê hatine tevlî xebatan bûn. Namzet û yên bi wan re di çarçoveya xebatan de gundên Çarikli, Kabê ziyaret kirin û piştre jî derbasî navçeya Sûrê bûn. HDP'yiyan di gera xwe de bi esnaf û welatiyan re hevdîtin kirin, pir bi kêfxweşî hatin pêşwazî kirin. Namzetan ji welatî û esnafan piştgirî xwestin.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê HDP’ê lez daye xebatên xwe û ji gundan heta navenda navçeyan serdanên bi hilbijêran re didomîne. Parlamenter û namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan ku pê re parlamenterê berê yê DEP’ê Alî Yîgît, endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Nazim Kok, rêveberên HDP û gelek kes hebûn, çûn serdana gundên herema Omeriyan yên girêdayî Nisêbînê. Atalan û heyeta pê re çûn serdana gundên Cibiltîn, Xirbê Celal, Bamidê, Serêkaniyê, Çalê, Cibilgiravê, Talatê, Herbê, Cinata, Xerabêbava, Sitîlîlê û Hatxê û bi hilbijêran re hatin cem hev. Atalan di serdana gundan de gul jî da dayik û jinan.

Di serdana gundan de welatiyan bi kêfxweşiyek mezin namzetên xwe pêşwazî kirin û destnîşan kirin ku ew her tim li cem partiya xwe bûn û wê ji niha şûn ve jî li cem partiya xwe HDP’ê cih bigirin û piştgiriyê bidinê.

‘TÊKÇÛNA AKP Û QESRÊ BI SERKETINA GEL VE YE’

Atalan û heyeta pê re bi taybetî gorên gerîlayên PKK û HPG’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane yên li goristanên gundê Çalê û Talatê jî ziyaret kirin. Di serdanan de Atalan axivî û diyar kir ku hêviyên serketinê bi piştgiriya gel wê pêk were û got ku ew ê bi serketina gel desthilatdariya AKP’ê û şerê qesra Erdogan têk bibin.

Namzeta din a Mêrdînê Enîse Guneylî jî li navçeya Artukluyê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Dêrîkê jî bi keyayên taxan re hatin cem hev û civîn li dar xisitn. Di civînê de Hevşaredara Dêrikê Sebahat Çetinkaya xwest ku hemû kes li hemberî hîleyên li ser sindoqan pêk tên baldar bûn û xwedî li dengê xwe û sindoqan xwe derkevin.

MELETÎ

Namzetên HDP'ê yên Meletî jî bi heyeta pê re bi rûspiyên Elewiyan û pîrên Elewiyan re hatin cem hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî tevlî xebatê bû û got ku wê ji Amedê ji wan re silav anîne. Namzetan jî xwestin pîrên Elewiyan piştgiriyê bidin wan.

Piştre namzetê HDP'ê Aydin Erdogan li hin taxên navçeya Doganşehîr esnaf ziyaret kirin û li hin taxan lêkolîn kirin.

ÊLIH

Nûnertiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Êlihê jî bi armanca piştgiriya xwe ji HDP'ê re aşkera bikin civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê Abdubarî Karaagaç jî tevlî civînê bûn. Nûnerê Komeleya Nivîskarên Kurd ê Êlihê Faysal Ozdemîr diyar kir ku ji bo ji polîtîkayên zext û zorê re bêjin rawestin ew ê piştgiriyê bidin HDP'ê.