HDP’yî li Kolnê herikîn ser sindoqan
Li Elmanya dengdan didome, îro li bajarê Kolnê bayê HDP’ê xurt bû. Hilbijêr ji bo dengên xwe bikar bînin bi saetan di rêze de man. Komek AKP’yî jî xwestin provokasyonê bike.
Li Elmanya dengdan didome, îro li bajarê Kolnê bayê HDP’ê xurt bû. Hilbijêr ji bo dengên xwe bikar bînin bi saetan di rêze de man. Komek AKP’yî jî xwestin provokasyonê bike.
Li Elmanya dengdan didome, îro li bajarê Kolnê bayê HDP’ê xurt bû. Hilbijêr ji bo dengên xwe bikar bînin bi saetan di rêze de man. Komek AKP’yî jî xwest provokasyonê bike.
Bi banga video ya Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku gel dawetî ser sindoqan dikin û bi banga KCK’ê ya ku dibêje pêwîst e gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li derveyî welat biherikin ser sindoqan, îro li 13 navendên Elmanya gel herikî ser sindoqan.
Tevlîbûn ji qadên derveyî Kolnê jî her diçe zêdetir dibe, îro ji Aachen welatî bi konvoyek ku bi otobusek û bi dehan wesayîtî hatin û dengên xwe bikar anîn. Îro di nav kesên hatin dengên xwe bikar bînin de Kurdên Elewî yên ji navçeya Sariz a Kayseriyê jî hebûn. Di van hilbijartinan de kesên ku yekem car dengê xwe bikar tînin bi HDP’ê tercîha rêveberiyê kirin. Cennetîn Eş jî diyar kir ku ev cara yekemîn e dengê xwe dide, aşkera kir ku dengê xwe dide HDP’ê.
Hinek pirsgirêkên ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de derketin di van hilbijartinan de jî derketin holê. Ahmet Şengul got ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê çûne li Konsolosxaneya Kolnê dotmamên xwe tomar kiriye. Şengul wiha axivî: “Lê ji ber ku qeyda wan li Berlînê derket, li Kolnê nikarîbûn dengê xwe bikar bînin.” Şengul ragihand ku ev maxdûriyet ne tenê bi keçapên wî re sînordar in û got: “Tevî tevahî astengiyan jî dengê xwe bikar anîn. Ger li Afrîka jî derketa, wê li wir jî dengê xwe bidana. Em dibêjin dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP.”
Duh li Koln 3960 kesî deng da, îro heta vê saetê 4100 kesî dengê xwe bikar anî, bi sedan kes jî di rêzê de ne, ji bo dengdanê disekinin. Dengdan wê heta saet 22.00’an bidome û sîstem jî wê 24 saetan vekirî bimîne. Hilbijartin ketine hefteya xwe ya dawiyê, Koordînasyona Kolnê banga hişyariyê li gel kir ku di sindoqan de hesab bipirsin.