HDP’yî li Ewropayê dengên xwe bikar tînin û civînên gel li dar dixin
Li Ewropayê dengdana ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê û civînên gel didomin.
Li Ewropayê dengdana ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê û civînên gel didomin.
Li Ewropayê dengdana ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê û civînên gel didomin. HDP'yî di sindoqan de bersiva AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan didin. Parlamenterê HDP’ê Konca yê di civîna gel a Den Haag de axivî li hember polîtîkaya şer a AKP’ê nerazîbûn nîşan da û got: “Dewlet bûye mafya.”
MUNSTER
Hilbijêrên HDP’yî yên li Bîelefeld, Paderborn, Herford, Gutersloh ên Elmanyayê dijîn, vê sibehê bi konvoyan ber bi Konsolosxaneya Munster ve çûn. Li gor Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê; bi 5 otobus û dehan wesayîtan hilbijêr ji bo dengên xwe bikar bînin çûn Konsolosxaneya Munster.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransa, HDP’yî kom bi kom diçin dengdanê. Li Konsolosxaneya Nantes, tenê desteyek sindoqê heye û piraniya wan Kurdistanî, nêzî 700 kes ji bo dengdanê di rêzê de sekinîne.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollanda jî xebatên hilbijartinan didomin. Parlamenterê HDP’ê Alî Haydar Konca tevlî civîna gel a li bajêr bû.
Konca di axaftina xwe de got: “Di 1’ê Mijdarê de deynê stûyê wan e ku dersa AKP’ê bidin.” Konca di axaftina xwe de girîngiya dengên hilbijêrên Ewropa jî anî ziman.
'DEWLET BÛ MAFYA, MAFYA JÎ BÛ DEWLET!'
Konca bibîr xist ku tevî komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê hê kesî ji hikûmetê îstîfa nekiriye û diyar kir ku dewlet bûye mafya, mafya jî bûye dewlet. Konca terora dewletê ya li Kurdistanê jî destnîşan kir û got: “AKP li hember cenazeyan jî bê hurmet e.” Konca li hember sekinandina cenazeyên li sînorê Kobanê, operasyonên qirkirinê yên leşkerî û siyasî nerazîbûn nîşan da.
OZKAN: PÊWÎST E HILBIJÊR NAMEYÊN DI DESTÊN XWE DE BIGIHÎNIN ME
Her wiha, endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Hollanda Yûsûf Ozkan jî der barê xebatên hilbijartinan de agahî dan. Ozkan da xuyakirin ku têkildarî nameyên Davûtoglû ji hilbijêran re şandiye wê dozê vekin, ji bo vê jî xwest ku hilbijêr nameyên di destên xwe de ragihînin navnîşana Facebook a Hollanda HDP’ê yan jî saziyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Hollanda.