HDP: Ji bo muşahîdî û berpirsyartiya dibistanan em bang dikin

HDP’ê bang li gel kir ku ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bibin muşahîd û berpirsyarên dibistanan.

HDP’ê bang li gel kir ku ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bibin muşahîd û berpirsyarên dibistanan.

Di daxuyaniya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Gunay Kûbîlay di daxuyaniya nivîskî ya weşand de bang li gel kir ku bibin muşahid û berpirsyarên dibistanan.

Kûbîlay anî ziman ku bi kampanyaya endamtiya desteya sindoqan li giştî Tirkiyeyê nêzî 90 hezar dixwazan piştgirî dane HDP’ê û got: "Ev nîşaneyeke girîng a piştevaniya gelan e. Di nav demeke kurt a 12 rojan de xwe gihandina vê hejmarê, ji bo ewlekariya sindoqan îradeya gelan raxistiye ber çavan.”

'EM Ê EWLEKARIYA SINDOQAN XURT BIKIN'

Kûbîlay anî ziman neçarhiştina welatiyan a ji derveyî herêmên xwe yên hilbijartinan deng bi kar bînin, ji bo ewlekariya sindoqan fikaran çêdike û got: “Kesên ji bo desthilatdariya xwe şer derdixin wê li ser sindoq û dengan her cure lîstikê bilîzin.

Ji bo hilbijartin li gor exlaqê demokrasiyê pêş bikeve, ji bo em xwedî li dengên xwe yên ku bi israr em bi kar tînin xwedî derkevin me Kampanyaya Muşahidiyê daye destpêkirin.

Di her sindoqa ku em ê endama/ê desteya sindoqan wezîfedar bikin û bi wezîfedarkirina muşahidan em ê ewlekariyê xurt bikin.

Kûbîlay di dewama axaftina xwe de ev bang kir:

"Kesên dixwazim piştgiriyê bidin ewlekariya sindoqan. Wek muşahîd dixwazin xwedî li dengên xwe derkevin; dikarin serî li rêxistinên HDP’ê yên navçeyan bidin weke di Kampanyaya Endamtiya Desteya Sindoqan de dikarin bikevin navnîşana, www.barajlariasdagel.org û selêdanê bikin.