HDP'ê ji bo Demîr sersaxî xwest

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş, ji bo Serokê Giştî yê Hak-Par Fehmî Demîr ê îro di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş, ji bo Serokê Giştî yê Hak-Par Fehmî Demîr ê îro di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin.

Serokê Giştî yê Hak-Par Fehmî Demîr, îro li navçeya Tarsûs a Mersînê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş, ji bo Demîr peyama sersaxiyê weşandin.

Hevserokan di peyamê de gotin: “Yek ji navên girîng ê siyaseta demokratîk, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Demîr ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, me bi xemgînî bihîst. Demîr ê hesret û daxwaza xwe ya welatekî azad û demokratîk di her platformê de dianî ziman û di vê oxirê de têdikoşiya ji salên 90’an ve tevkariyeke aktîf li siyaseta demokratîk kir. Di nav damezrînerên Partiya Ked a Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP)’ê de cih girt. Di Meclîsa Partiya DEP’ê de cih girt û wezîfeya sekreteriya giştî kir. Em ji bo Fehmî Demîr ji Xwedê rehmet; ji malbat, dost, camiaya HAK-PAR û gelên me sersaxiyê dixwazin.”