HDK'ê cejn li gelan pîroz kir

Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu di peyama ji bo cejnê de hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo bidawîbûna şer û pevçûnan anîn ziman.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bi wesîleya cejna Remezanê peyamek weşandin.

Di peyamê de hat gotin, "Cejn, rojên ku xwestên dostanî, piştgirî, aştî û biratiyê di nava civakê de derdikevin pêş e. Hesret û daxwaza me ya herî mezin cîhaneke şer lê nîne û hemû daxwazên cejnê lê bi cih hatine, her kes bi awaekî wekhev û azad lê dijîn e."

'EM TÊKOŞÎNA JI BO CÎHANEKE LÊ WERE JIYÎN XURT BIKIN'

Hevberdevkan gotin, "Daxwaza cîhaneke welê ye, ku kuştina karker û jinan ji holê rabûye; her kes bi awayekî ewle û di nava mercên însanî de dixebitin, şîdeta li hemberî jinê careke din rû nede û bi tenê weke 'çîrokek dema berê' bê vegotin e. Daxwaz û bendewariya me ew e ku di serî de li cîhanên me Rojava, Sûriye û Iraqê dawî li hemû şer û komkujiyên li herêma me û cîhanê were anîn, di cîhaneke qirkirin û şer lê tineye de, hemû gel di nava aştî û biratiyê de hev du hembêz bikin. Weke Kongreya Demokratîk a Gelan, em cejna Remezanê li gelên xwe û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em bang dikin ku ji bo cîhaneke bê şer, bê talan, cîhaneke wekhev û azad, cîhaneke her rojên wê bi coşa cejnê tê jiyîn, em têkoşîna xwe xurt bikin."