Gur, ji bo Asûrî/Suryaniyên rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê tên bang kir

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Karên Derve yê HDP’ê Berpirsyar Gur, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir, bang li hêzên herêmî û koalîsyona li hember DAIŞ’ê hatiye avakirin kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Karên Derve yê HDP’ê Berpirsyar Gur, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir, bang li hêzên herêmî û koalîsyona li hember DAIŞ’ê hatiye avakirin kir.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Karên Derve yê HDP’ê Berpirsyar Nazmî Gur, daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan şermezar kir.

Gur destnîşan kir ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Asûrî/Suryaniyan 10 mirovan jiyana xwe ji dest daye, dêr û mal hatine wêrankirin û sivîl hatine revandin.

'DIVÊ HÊZÊN YPG’Ê HÊ ZÊDETIR BÊN DESTEKKIRIN'

Gur ji bo Asûrî/Suryanî jî wek Şengalê bi komkujiyekê re rû bi rû neyên bang li tevayî hêzên herêmê û koalîsyona li hember DAIŞ’ê hatiye avakirin kir ku her cure tedbîran bigirin. Gur got, "Em dixwazin bi vê wesîleyê careke din bêjin ku pêwîst e ji bo li hember êrîşên bi vî rengî yên di pêşerojê, yekîneyên parastina cewherî YPG ya ji bo parastina gelên me hatiye avakirin, ji aliyê civaka navneteweyî ve hê zêdetir bê destekkirin.”

'DIVÊ KOORDÎNASYONA NAVNETEWEYÎ BÊ BIHÊZKIRIN'

Gur axaftina xwe wiha domand: "Ji bo di demeke kurt de Asûrî/Suryaniyên hatine revandin bên azadkirin û bûyerên bi vî rengî rû nedin, em israra xwe ya ku divê koordînasyona neteweyî û navneteweyî bê bihêzkirin û bilez bikevin nav tevgerê dubare dikin. Wek HDP’ê bi tevayî hêmanên dîplomatîk, însanî û siyasî em ê şopdarê pêvajoyê bin û vê bi rêz ji raya giştî re radigihînin.”