Girtiyê siyasî Alî Kapar 4 roj in di rojiya mirinê de ye

Girtiyê siyasî Mehmet Alî Kapar ê berî niha bi 36 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû, grev berî niha bi 4 rojan veguherand rojiya mirinê.

Girtiyê siyasî Mehmet Alî Kapar ê berî niha bi 36 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû, grev berî niha bi 4 rojan veguherand rojiya mirinê.

Girtiyê siyasî Mehmet Alî Kapar 19’ê Çileya 2015’an ji Girtîgeha Îzmîr Hejmar 3 Tîpa T sewqî Girtîgeha Mêrdînê ya Sergirtî Tîpa E kirin û ji wir jî bi awayekî neqanûnî şandin Girtîgeha Tîpa T2 ya Osmaniye. Daxwaza daxwaza xwe ya şandina Mêrdînê ragihand rêveberiya girtîgehê, lê ti bersiv negirt. Li ser vê Kapar 36 rojan ku di greva birçîbûnê de bû, berî niha bi 4 rojan grev veguherand rojiya mirinê. Hat diyarkirin ku rewşa Kapar krîtîk e.

Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku dema çûye hevdîtîna Kapar, Kapar di destê wî de serûm û li ser kursiyê bi teker hatiye hevdîtinê. Bek got ku Kapar ji bo hevdîtinê serûm qebûl kiriye û diyar kiriye ku wê piştî hevdîtinê serûmê derxe û di çalakiya xwe de bi biryar e.

Parêzer Bek da xuyakirin ku çavekî Kapar girtîbû, di axaftinê de zehmetiyan dikişîne û divê ev daxwaza wî bê qebûlkirin.