Girtiyê nexweş ê li hember komployê bedena xwe da ber êgir terqî mirin dikin!

Rewşa girtiyê nexweş Çalişkan ku pir giran e, ji sedî 80 bedena wî şewitiye, damarên mil û lingên wî girtîne, nexweşê dil û faranjît e, organên wî yên hundir naxebitin. Ji ber taybetiya rewşê li revîra nexweşxaneyê jî nayê tedawîkirin.

Rewşa girtiyê nexweş Çalişkan ku pir giran e, ji sedî 80 bedena wî şewitiye, damarên mil û lingên wî girtîne, nexweşê dil û faranjît e, organên wî yên hundir naxebitin. Ji ber taybetiya rewşê li revîra nexweşxaneyê jî nayê tedawîkirin.

Girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan ê li Girtîgeha Hejmar 2 Tîpa F a Kiriklar Îzmîrê tê ragirtin, 16 sal in li benda tedawiyê ye. Rewşa Çalişkan ku pir giran e, ji sedî 80 bedena wî şewitiye, damarên mil û lingên wî girtîne, nexweşê dil û faranjît e, organên wî yên hundir naxebitin. Çalişkan bi zanebûn terkî mirinê hatiye kirin.

'DIVÊ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ RAYA GIŞTÎ BÊ AVAKIRIN'

Hasan Çalişkan ê birayê Îdrîs Çalişkan ku ji ANF’ê axivî diyar kir ku dema herî dawî birayê xwe dîtiye rewşa wî pir giran bû û got: "Li Îzmîrê nabin ti nexweşxaneyan û tedawî nakin. Dema derdikeve revîrê jî piştî 6 mehan roj didinê. Bi ti awayî tedawiya wî nayê kirin. Krîza dil derbas kir, anjiyo kirin. Tansiyona wî timî tengav dike. Divê destên wî bên qutkirin, lê diçe kîjan nexweşxaneyê nayê tedawîkirin. Ji ber xwe şewitandiye bi zanebûn rastî van tiştan tê.”

Çalişkan da xuyakirin ku mîna birayê wî gelek girtiyên nexweş ên rewş wan giran hene û ji bo wan raya giştî nayê avakirin. Çalişkan got, "Ez dixwazim li girtiyên nexweş xwedî derkevin. Eger dewlet tedawî nake bila teslîmî me bikin. Em tedawiya wî bikin.”

‘DEWLET BI DIJMINTÎ LI KURDÊN DÎLGIRTÎ DINÊRE'

Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYD-DER) a Îzmîrê Mûsa Karbadag diyar kir ku di mijara girtiyên nexweş de helwesta dewletê hiqûqê dijmintiyê ye û got: “Ji vegotinan derdikeve holê ku polîtîkaya rehînan tê meşandin. Bi salane girtiyên nexweş jî di nav de me hewl da em îxlalên li girtîgehan vebêjin. Lê kesî nexwest bibîhîze. Di rastiya bingeha vê de dijmintiya dewletê ya li hember dîlgirtiyên Kurd heye.”

'DIVÊ BIRÊZ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN'

Karbadag got: “Tişta destpêkê bê kirin, pêwîst e Birêz Ocalan ê gelê Kurd wek îradeya xwe dibîne serbest bê berdan. Pirsgirêk di vir de asê dibe. Heta Birêz Ocalan azad nebe rastiya girtiyên nexweş a heyî jî çareser nabe.”

Karbadag bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan û got, “Bi taybet di çalakiyên ku bi pêvajoya Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin destpê kirin, bi sedan mirovan agir berdan bedena. Yek ji wan jî Îdrîs Çalişkan bû. Ji ber çalakiya ku bi ruhekî fedayî li rêbertiya xwe xwedî derket, di dewletê de bûye sedema kîn û nefretê. Sedema sereke ya îxmala di tedawiya wî de ev e. Bi dirêjkirina pêvajoya tedawiyê re îşkence tê kirin. Di girtîgehan de drameke mirovatiyê rû dide. Divê mirovatî li hember vê dramê bêdeng nemîne. Çiqas bêdeng bimînin wê evqasî îşkence bidome. Kesên di vê îşkenceyê de bêdeng bimînin berpirsyar in.”

Karbadag ê azadiya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan daxwaz kir, got ku ew bawer e bi azadiya Ocalan re wê girtîgeh jî azad bibin.

LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ BEDENA XWE DA BER AGIR

Çalişkan ê sala 1993’yan di pevçûneke li hember leşkeran de hat girtin, piştî salekê di zîndana Çewlikê di îşkenceyên giran re derbas bû, 36 salan ceza lê hat birîn. Çalişkan ji Çewlikê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Yozgatê hat kirin. Di sala 1999’an de ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber  agir. Çalişkan ê ji erzinga xwe heya pişta xwe 80 pile şewitî, bi awayekî ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Enqereyê, girtin emeliyatê û neqla çerm jêre hat kirin. Lê Çalişkan bi vê rewşa xwe jî bi ranzayê xwe ve hat kelepçekirin. Çalişkan ji ber ku girtiyê di doza PKK’ê ye ji aliyê doktor, personelên tenduristiyê û sûbayên erkdar ve rastî gefxwarinê û heqaretên giran hat.