'Girtîgehên Tîpa F rê li ber nexweşiyan vedike!'
Doktor Zekî Gul, diyar kir ku pergala girtîgehên Tîpa rêbaza îşkenceyê ye, dewlet bi rêya girtîgehan peyamê dide civakê û anî ziman ku pêwîst e girtîgehên Tîpa F û yên zarokan bên girtin.

Piştî 19’ê Kanûnê komkujiya “Vegera Jiyanê” gelek girtîgeh veguherandin Tîpa F. Ev pêkanîn ku didome, Doktor Zekî Gul ê ji sala 1996’an ve di komîsyona girtîgehan a TTB’ê de ye pêwîst e çima girtîgehên Tîpa F bên girtin ji ANF’ê re nirxand.
'HEJMARA GIRTIYAN JI DEMA 12’Ê ÎLONÊ ZÊDETIR E’
Dr. Gul da xuyakirin ku girtîgehên Tîpa F rê li ber nexweşiyan vedike û bi tehliyekirina girtiyên nexweş re divê têkoşîna girtina girtîgehên Tîpa F bê dayîn.
Gul diyar kir ku li gor daneyên 2013’an nêzî 190 hezar girtî hene, ev hejmar di dema darbeya 12’ê Îlonê de nêzî 119 hezar bûn.
'PÊWÎST E GIRTÎGEHÊN ZAROKAN Û YÊN TÎPA F BÊN GIRTIN'
Dr. Gul, da xuyakirin ku hejmara zarokên girtî zêde bûye û got, "Bi qasî di ti deman de me nedîtiye em rastî zarokên girtî tên. Zarok ev e ku divê neyên girtin. Têgîna ‘Girtîgehên Zarokan’ bi xwe nerehetiyeke, divê girtina girtîgehên Tîpa F bê nîqaşkirin, girtîgehên zarokan jî bi temamî bên girtin.”
Dr. Gul bal kişand ku girtîgeh wek duyemîn rebaza cezakirinê ye û got, "Tîpa F wek cihê tinekirinê tê bikaranîn. Wek mekanîzmaya tinekirina hiş, fikir û tenduristiya mirovan tê bikaranîn.”
'MEKANÎZMAYA DÎLGIRTINÊ'
Dr. Gul têkildarî girtîgehênTîpa F got, "Dema hûn bikevin girtîgehên Tîpa F hûn rengan nabînin. Reng li wir ji holê rabûne. Hûn dengan nabihîn, deng ji holê rabûne. Têkilî hatine sînordarkirin. Hûn di Tîpa F de rojê nabînin, mutleq tê xwestin îzolasyonekê bikin.”
TÎPA F ÇAVKANIYA NEXWEŞIYAN E
Dr. Gul ragihandi ku bi rêya girtîgehên Tîpa F tê xwestin ku travmayeke ruhî bê çêkirin, pergala Tîpa F rê li ber nexweşiyan vedike