Gerîlayên Şanoger li Amedê hatin bîranîn
Gerîlayên Şanoger li Amedê hatin bîranîn
Gerîlayên Şanoger li Amedê hatin bîranîn
Şanoger û hunermendên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîranina gerîlayê HPG'ê Erdogan Kahraman (Yekta Herakol) û Gafur Dogan (Hêvî) ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi minasebeta 27'ê Adarê roja Şanogeriya Cîhanê bernameya bîranînê pêk anîn.
Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê û şanogerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo bîranîna gerîlayê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herakol) û gerîla Gafur Dogan (Hêvî) bi boneya 27'ê Adarê Roja Şanogeriya Cîhanê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn civîna çapemeniyê pêk anîn û bernameya sînevîzyonê dan pêşandan. Gerîla Şanoger Erdogan Kahraman (Yekta Herakol) di sala 2004'an de bedena xwe dabû ber agir û endamê HPG'ê û şanoger Gafur Dogan (Hêvî) jî di heman salê de qezaya trafike derbas kiribû û jiyana xwe je dest dabû. Şanogerên Amedê ji bo bîranîna gerîlayên Kurd û şanoger Kahraman û Dogan piştî daxuyanî dan çapemeniyê bernameya sînevîsyonê dan pêşandan.
Lîstikvanê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwînê Nazim Hikmet Çalişkan, daxuyanî xwend û diyar kir ku er sal di 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê de şano pêk tînin. Çalişkan, anî ziman ku îsal nivisa daxuyaniyê ji aliyê şaongerê Îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsandin.
Daxuyaniyaku ji aliyê Fo ve had nivîsandin û ji aliyê Çalişkan ve hat xwendin li ser dîrok û rewşa şanogeriya cîhanê hat rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berê ji bo şano cih li salon û waran nedima, lê niha şanoger dema derdikevin ser dikê temaşevanan nabînin.
Daxuyaniya kurdî ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve hat nivîsandin jî Şanogerên kurd Muhsin Osman nivîsand. Di daxuyaniya kurdî de anî ziman ku mitolojî, trajedî û êş tev li ser axa Mezopotamyayê pêş ketine û ew dixwazin şanoya wan bi aşti û azadiyê bi encam bibe. Piştî daxuyaniyê ji bo gerîla Kahraman nameya li ser şanoyê hatibû nivîsandin şanoger Berin Çelik xwend.