Gelên li Danîmarka her diçe zêdetir eleqeyê didin HDP’ê

Îro Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarka bi Komîteya HDP’ê ya Kelhasan re ji bo li Danîmarka gel bibin qada hilbijartinê bi konvoyek sedan wesayîtî berê xwe dan Sefaretxaneya Tirkiye ya li Danîmarka.

Îro Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarka bi Komîteya HDP’ê ya Kelhasan re ji bo li Danîmarka gel bibin qada hilbijartinê bi konvoyek sedan wesayîtî berê xwe dan Sefaretxaneya Tirkiye ya li Danîmarka. Bi sedan wesayîtên ku ji İshøj, Tastrup, Albertslund ve Kopenhag tevlî konvoyê bûn nêzî saet 13.00’an gihiştin sefaretxaneyê. Li ber sefaretxaneyê zêdeyî 500 kesên gihiştin hev bi dirûşman ve li benda dengdanê man.

SIBÊ WÊ 6 OTOBUS BIÇIN KOPENHAG 

Ji bajarê Esbjerg ê Danîmarka jî bi otobus û wesayîtên şexsî zêdetirî sed kesên din tevlî vê coşê bûn. Li gor agahiyên Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarka sibê saet 13.00’an ji Gravên Fyn û Jylland, 6 otobos û bi dehan wesayîtên şexsî, gelên Anatolyayê wê biçin dengê xwe bikar bînin.

Di daxuyaniya Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarka de hate ragihandin ku ji niha amadekariyên xwe ji bo pêşwazîkirina gel ku wê ji çar aliyê Danîmarka werin kirine. Sibê jî ji bo kesên ku ji cihên dûr hatine wê stand bê vekirin, qahwe, av û sandvîç bên serwîskirin.

Gelê li gundê Omeran ê Konya jî wê sibê saet 11.30’an ji pêşiya Şaredariya Ballerûp bi konvoyekê girseyî ve biçe dengê xwe bikar bîne.

HEWLDANÊN PROVOKASYONÊ HATIN VALADERXISTIN

Dema dengdan berdewam dikir nêzî saet 14.30’an, provokasyonek ji aliyê xebatkarên Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Danîmarka bi hewldanên xwînsarî  hat valaderxistin.

Dema gel li ber sefaretxaneyê ji bo dengdanê disekinî, yekî ji wesayîta xwe girse tehrîk kir, nîşaneya guran çêkir, heqaret li derdor kir. Girse bi ser de hat, wî lez da wesayîta xwe, hinek ciwanên di nav girseyê de wesayîta wî dan ber pehînan.

Dema ji qadê dûr ket, girseya ku zarok jî di nav de bûn, ket bin xeteriya pelçiqandinê. Piştî 200 metreyî, polîsan wesayît sekinandin.

Wezîfedarên Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Danîmarka piştî der barê bûyerê de polîs agahdar kirin, polîsê cihê bûyerê diyar kir ku ev şexşa li gor hiqûqa cezayê dikare bê cezakirin.

Piştî bûyerê, girseyê bi dirûşma, “Bijî HDP” ve bersiv da provokasyonê.