Filmê ku Tirkan aciz bike dikeve vîzyonê

Filmê ku Tirkan aciz bike dikeve vîzyonê

Filmê ku binketina artêşa Osmaniyan ku li Viyana dide nîşandan ya bi navê “11 îlonê 1683”  di 11’ê Nîsanê de li Îtalya dikevê vîzyonê.

Filmê ku aliyên olî û dîrokî digire dest, ji aliyê derhêner Renzo Martînellî hatiye çêkirin û di dema dorpêçkirinê de bi hevkariya Poloniyayê  re ji bo ku nehiştiye Viyana bikeve destê Osmaniyan û lewma nîşaneya “pîroziyê” wergirtiye jiyana alime olî Marco d’Avîano dide nîşandan.

Di film de rolê sereke ku parve dike Murray Abraham,  Rahip Marco d’Aviano û Enriko Lo Verso jî rolê  Kara Mistafa Paşayê Merzîfonî dilîze.

Sala werê wê film wek  du beşan di televizyona RAI were nişan dan.

Derhêner Martinelli dest nişan kir ku, film ne li dijî Îslamiyetê hatiye çêkirin û wiha got; “film berhemeke ku dorpêçkirina Viyana dide nîşandan. Ji bo Viyana nekevê destê Osmaniyan hewldanên jiyana rahîbekî tîne ziman.”  

Martinelli da xuyakirin ku, dorpêçkirina 11’ê îlonê 1683 qonaxeke girînge û da zanîn “Eger Viyana bihata dorpêçkirin dibe ku dîrok jî bihata guhertin.”

Ji neserkeftina Osmaniyan a Duyemîn Dorpêçkirina  Viyana hin dewletên Ewropî cesaret girtin û di bin navê yekîtiya pîroz de hevgirtinêk çêkirin û li dijî Osmaniyan ketin nav têkoşîneke serhildêr.