Extiyarbûna biyolojîk di temenê ciwan de destpê dike
Li gorî lêkolîneke ku li Amerîkayê hatiye kirin, nîşaneyên têkildarî extiyarbûna mirovan di temenên ciwan de dikare bê tespîtkirin.
Li gorî lêkolîneke ku li Amerîkayê hatiye kirin, nîşaneyên têkildarî extiyarbûna mirovan di temenên ciwan de dikare bê tespîtkirin.
Li gorî lêkolîneke ku li Amerîkayê hatiye kirin, nîşaneyên têkildarî extiyarbûna mirovan di temenên ciwan de dikare bê tespîtkirin. Bi tespîtkirina sedemên extiyarbûnê re dikare pêşî li dermankirinên têkildarî nexweşiyê ji ber extiyariyê pêk tên, veke.
Li gorî lêkolîna di kovara Proceedîngs de hatiye weşandin, di çarçoveya lêkolînê de hezar û 37 kes, ji welidîna xwe heta temenê 38’an di bin kontolê de hatine girtin û gelek test lê hatine kirin. Li gorî encama lêkolînê kesên di temenê 38’an de temenê wan ê biyolojîk di navbera 28 û 60’î de diguhere.
Pisporê Zanîngeha Duke, Dan Belsky diyar kir ku ji bo pêşî li nexweşiyên di extiyariyê de peyda dibin, bê girtin, divê extiyarbûn salên ciwan de bên lêkolînkirin û da zanîn got heta niha lêkolînên extiyariyê bi kesên extiyar sînor maye.
Di lêkolînê de kesên li ser ceribandin hatine kirin, dermankirina wan a fîzîkî û psîkolojîk hatiye kirin û tê gotin ku extiyarbûn zêdetir bi çav, hestî û por de tê dîtin û ji ber vê jî extiyarî zû destpê dike.
Her wiha gurçik, kezeb, pişik û fonksiyonên xweparastinê jî hatine lêkolînkirin û kromozonên DNA’yê yê navê kolestrol, rîtma dil û telomer jî hatine pîvandin. Dîsa tenduristiya diranan û damarên xwînê yên piştî çav jî bi berfirehî hatine lêkolînkirin.
Di encama lêkolînê de kesên temenê wan 38 bûn, hinekî di aliyê biyolojîk de wek 28 û hinek jî wek 61 hatine tespîtkirin. Li gorî encamên ji temenê 26 û 32’an hatine girtin, bi hinek kesan re extiyarbûn gelek zû pêş dikeve.
Hinek kes salê di aliyê biyolojîk de 3 salan extiyar dibin, hinek jî li gorî temenê xwe pir kêm extiyar dibin.