Êrîşa li dijî Roboskiyan di rojeva meclîsê de ye

Sariyildiz êrîşa li dijî Roboskiyan û parlamenter Encu bir meclîsê û pirsa ‘Di dema hikûmeta we de çend parlamenter rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin? Ji van çend parlamenterên BDP’a hat girtin û HDP’ê ne?”

Sariyildiz êrîşa li dijî Roboskiyan û parlamenter Encu bir meclîsê û pirsa ‘Di dema hikûmeta we de çend parlamenter rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin? Ji van çend parlamenterên BDP’a hat girtin û HDP’ê ne?”

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, êrîşa li dijî parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu, gelê Roboskî û rojnamegeran, ji Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk pirsî.

ROBOSKIYÎ DI BIN ZEXTAN DE NE

Sariyildiz di pêşnûmepirsa xwe de bibîr xist ku di Komkujiya Roboskî de 34 sivîl hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ji roja ku komkujî pêk hatiye heta niha berpirs derneketine holê û Roboskiyên ku ji bo berpirs bên darizandin têkoşîna edaletê didin, hîn rastî zextên giran ên dewletê tên.

Sariyildiz destnîşan kir ku Roboskiyên qedexeya zozanên sînorê Roboskî û tevgera leşkerî protesto kirin ev 10 roj in rastî êrîşa tund a leşkeran tên û wiha berdewam kir: “Di vê êrîşan de Îsa Encu bi guleyê ji zikê xwe birîndar bû û gelek kes di encama bombeyên gazê û derbkirina leşkeran de birîndar bûn. Di 7’ê Hezîranê de girseya ku qedexekirina Zozanên Şîrîk û tevgera leşkerî protesto dikirin, dîsa rastî êrîşa leşkeran hatin. Parlamenter Ferhat Encu ku ji bo bûyerê lêkolîn bike çû Roboskî hat derbkirin. Leşkeran bombeyên gazê avêtine aliyê ku Encu û rojnameger lêbûn. Her wiha rastî heqaretan jî hatin.

DIVÊ ÊRÎŞ BÊ RONÎKIRIN, BERPIRS BÊN DARIZANDIN

Êrîşa li dijî parlamenter Encu ji bo çewisandina gelê Roboskî ye. Êrîşa li dijî Encu û kedkarên çapemeniyê divê demildest bê ronîkirin û berpirs bên darizandin.

Sariyildiz yê HDP’î ev pirs ji Wezîr Ozturk pirsîn:

“Têkildarî leşkerên berê çekê xwe dane Ferhat Encu û heqaret lê kirine û bombeyên gazê avêtine Encu û rojnamegeran, de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na? Têkildarî hêzên ewlehiyê yên êrîş pêkanîn ji peywirê hatine girtin hene yan na?

Di dema hikûmeta we de çend parlamenter rastî êrîşa polîs û leşkeran hatine? Ji van çend ên BDP û HDP’ê ne? Têkildarî çend hêzên ewlehiyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Çend hatine cezakirin û ji peywirê hatine girtin?

Zozanên Şîrîk a bi salane gelê Roboskî bikar tîne, bi kîjan hincetê hatiye qedexekirin? Qedexekirina zozanan bi hinceta ewlehiyê tê qedexekirin û ev ne qirkirina aborî ye?

Ev êrîş di bin agahiya hikûmetê de tên kirin? Ji roja komkujî pêk hatiye heta niha çend caran li dijî gel êrîş pêk hatine? Çend welatî di êrîşan de hatine binçavkirin, hatine girtin û birîndarkirin?”