'Em şoreşa wêjeyî û şoreşa çiya dikin'
'Em şoreşa wêjeyî û şoreşa çiya dikin'
'Em şoreşa wêjeyî û şoreşa çiya dikin'
Gerîla Ronak Murat ji rojavayê Kurdistanê ye û ev 20 sale di nava refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de ji bo Rêberê xwe û azadiya gelê xwe gerîlatiyê dike. Ronak di sala 1992’yan de tevgera PKK’ê nas kiriye û berê xwe daye wargehên azad
Gerîlaya jin Ronak Murat ji rojavayê Kurdistanê ye û ev 20 sale di nava refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de ji bo rêberê xwe û azadiya gelê xwe gerîlatiyê dike. Ronak di sala 1992’yan de tevgera PKK’ê nas kiriye û berê xwe daye wargehên azad û di nava refên azadiyê de li gelek herêmên Kurdistanê maye.
Ronak diyar kir ku wê di sala 1997’an de dest bi nivîsandinê kiriye û wiha axivî: “Ez bi nivîsên xwe hevalên ku di refên azadiyê de şehîd ketine didim jiyandin û wan tînim bibîranîn.” Ronak nivîsên xwe bi zimanê kurdî û erebî dinivîsîne. Heta niha çar pirtûkên wê yên bi navê ‘Şîlana’ , ‘Torinê Îştar’ û romanên wê yên din ku li ser şehîd Qehreman û şehîd Hemze nivîsandine li Qadên Parastina Medya hatin çapkirin. Niha jî gerîla Ronak çîroka gerîlaya ‘Bi doçka Binevş’ dike mijara pênûsa xwe.
QADÊN AZADIYÊ
Gerîlaya jin Ronak destnîşan kir ku li çiyayên azad xebatên wêjeyî di sala 2000’an de destpê kiriye û wiha got: “Di Kongreya 7’emîn a partiya me PKK’ê de biryara ku dibistaneke wêjeyî bê vekirin hat girtin. Piştî ku biryar hat girtin di demek kurt de di sala 2000’an de dibistana yekem a wêjeyî hat vekirin.” Ronak diyar kir ku di qadên wekî ‘Helbest, roman, çirok’ de gelek berhemên gerîla hene lê ji ber zextên dewletê û ji ber şerên germ bi tevahî berhemên gerîla nagihêjin destê gel û wiha pêde çû: “Wekî ku tê zanîn Tirkiye ji aliyê her tiştê ve dewletekî qedexekiriye. Berhemên gerîla yên ku dikevin destê gel jî ji aliyê dewleta tirk ve tê qedexekirin. Di nav erdnîgariya xwe de kurd zimanê wan têne qedexekirin, dema kurdekî diaxive û straneke kurdî dibêjê rastî girtin û binçavkirinê tê.”
GERÎLA Û XEBATÊN WÊJEYÎ
Ronak destnîşan kir ku çiya ji bo wê jiyaneke nû ye û wiha domand: “Gerîla ne li hemberî wêjeyê ye û wêje jî ne li hemberî gerîla ye. Her du jî bi hev ve girêdayîn e. Lew re ji bo ku mirov bibe çiyayeke baş û şoreşa wêjeyî, divê mirov di nava têkoşînê de be û tê de cihê xwe bigire. Di be ku em hêzekî çekdar bin û disiplîneke me hebe, lê tu carî qalibên meyên hiyerarşîk tune ne.” Ronak da zanîn ku li wargehên azad tiştên ku xizmeta gelê kurd dikin her tim piştgirî dibîne û wiha bilêv kir: “Ji çek bigire heta pênûs her xebatên me li wargehên azad piştgiriyek mezin dibîne. Heval pir caran min teşwîq dikin ku ez nivîsan binivîsim û piştgiriyeke mezin didin min. Ev demeke dirêje ez nivîsan dinivîsînim. Heta niha çi ji bo xebatên min pêwîst bûye ji hêla heval ve hatiye dayîn û her tim piştgiriya xwe ji min kêm nekirine.”
Gerîla Ronak bi lêv kir ku piştî şoreşa Fransayê xebatên wêjeyî hatin meşandin û bi Rûsyayê jî gelek berhem hatin afirandin û wiha got: “Me ji van şoreşan best girt. Pêşiya şoreşê û piştî şoreşê mirov nikare demekî sînordar bike. Dema ku hest hat wê demê mirov divê binivîsîne. Dema ku tiştek di bîra mirov de be divê mirov binivîse.” Ronak diyar kir ku şoreşa me şoreşekê wiha ye ku di her qadî de gelek derfet dide pêşberî xebatên wêjeyî û wiha axivî: “Li wargehên azad hevalên ku romanê ku mijara wî/wê li ser şere binivîsîne jî bi awayekî zelal diyare ku ew roman di bin şertên dijwar ên şer de hatiye nivîsandin. Dema ku ew atmosferê şer tune be dê çawan ew roman bê nivîsandin? Ger were nivîsandin jî dê rastiyan venêbeje û dê kêm bimîne.”
DIVÊ HER KES BIBÎNE
Di der barê wêjeya kurdî û wêjeya cîhanê de jî gerîla Ronak nirxand û wiha got: “Ji ber şert û mercên çiyayên azad mirov nikare zêde wêjeya cîhanê û wêjeya kurdî bişopîne. Zimanê kurdî zimaneke dewlemend e. Çiqas diçe zimanê kurdî li her deverê cîhanê belav dibe. Lê belê ji bo nifşên ku pey me de dê bên divê em hêj zêdetir berhemên wêjeyî ji wan re amade bikin û bihêlin. Divê zextên ku li ser gelê kurd hatine meşandin ne tenê bi zimanê kurdî divê bi zimanên din jî bên nivîsandin. Divê cîhan tevî bibîne ku ka çi zext û zordarî li ser gelê kurd hatiye meşandin.”
KEÇ Û XORTÊN VÊ XAKÊ DÎROK DINIVÎSIN
Ronak di der barê wêjêyê çiyan de jî ev tişt gotin: “Em li van çiyayan têkoşîna azadiyê didin û berxwedanekî bi rûmet li van çiyayan li hember dagirkeran didin nîşandan. Keç û xortên gelê kurd li van çiyayan heta niha bi seknên xweyên berxwedêr, bi berxwedana xwe li van çiyayên azad dîrok nivîsandin.”
WÊJEYA ÇIYA
Ronak bi lêv kir ku ev qadên azadiyê, qadeke wisa ye ku niha şervanên dildar ji bo rêberê xwe û gelê xwe şer dikin û wiha got: “Îro ev qad, qadên azadiyê ne û hembêza xwe weke dayikekê ji keç û xortên xwe re vekiriye. Me gelê xwe li cîhanê bi berxwedana çiya da hesandin. Em li van qadan roj tên çekê hildidin û roj jî tên em pênasan dixin destên xwe. ”
Ronak diyar kir ku têkoşîna wan a berxwedêr û serhildêr ew afirandine û wiha got: “Ji ber wê jî wêjeya me wêjeya çiyaya ne. Îro mirov nikare xebatên çiya û wêjeyî ji hev biqetîne. Ji ber wê jî wêjeya çiyan profîla gelê kurd nîşan dide