Saziyên sivîl ên civakî û hêzên demokrasiyê bi boneya komkujiya li Enqereyê di mîtînga aştiyê de pêk hat şermezar bikin ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşek pêk anîn.
ANF
STENBOL
şemî, 10 kewçêrê 2015, 21:04
Saziyên sivîl ên civakî û hêzên demokrasiyê bi boneya komkujiya li Enqereyê di mîtînga aştiyê de pêk hat şermezar bikin ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşek pêk anîn. Di meşê de Cîgira Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu, diyar kir ku ew ê Qesrê di bin aştiyê de bihêlin.
Bi sedan endam û rêveberên HDP, HDK, EMEP, ÎHD, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê, bi boneya komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar bikin, meşek girseyî pêk anî. Girse li kolana Tunelê kom bûn û heta Qada Galatasarayê meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "Em qatilan nas dikin, Em li dijî komkujiyên faşîst di ber xwe didin" vekirin û meşiyan. Girseya ku heta Qada Galatasarayê meşiyan siloganên "Qatil Erdogan", "Bijî biratiya gelan " û "Biji serok Apo" berz kirin pankartên reş bilind kirin. Serokê EMEP'a Stenbolê Guven Gerçek, diyar kir ku Tirkiye ji 7'ê Hezîranê heta niha di nava xwînê de ye û wiha got: "Em destûr nadin ku li Tirkiye şer bi ser bikeve."
Cîgira Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu, jî anî ziman ku ew ê Qesrê di bin aştiyê de bihêlin. Li ser navê KESK'ê jî Ozlem Tolu jî diyar kir ku ew ê 3 rojan şînê îlan bikin û 2 rojan dest bi gireva karberdanê bikin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Dondu Ergin jî bertek nîşanî Erdogan da û wiha got: "Birêz Erdogan ti çi dike bike ti nikarî aştiyê têk bibî. Em aştiyê dixwazin ti qatil î. Girsê piştî daxuyaniyê bi dirûşmên, "Qatil û diz AKP" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.