Elektrîka Mala Cem qut bû, cenaze li naverastê ma

Li Kurecîkê, elektrîka Mala Cem a Kurecikiyan ku Elewiyan bi hêza xwe çêkirin, ji ber nedayîna fatûreyê qut bû.

Li Kurecîkê, elektrîka Mala Cem a Kurecikiyan ku Elewiyan bi hêza xwe çêkirin, ji ber nedayîna fatûreyê qut bû. Rêveberê Mala Cem û Navenda Çandê ya Kurecîkê Alî Eser nerazîbûn nîşanî rewşê da û got, "Eger bi bacên me hemû mesrefên mizgeftê tên dayîn, wê çaxê divê yên mala cem jî werin dayîn."

Ji ber ku Mala Cem di statuya îbadetxaneyê de nayê dîtin, ji ber deynan gelek caran elektrîk û ava li ser malên cem tên birîn. Herî dawî, ji ber deynê elektrîkê yê Navenda Çandê û Mala Cem a Kurecîkê, elektrîk di 30'ê Îlonê de qut bû. Mirovên dixwazin cenazeyên li mala cem rakin jî, ji ber ku mora ji ber qutbûna elektrîkê nikarin bi kar bînin, mexdûr bûn.

Rêveberê Mala Cem û Navenda Çandê ya Kurecîkê Alî Eser diyar kir ku fatûreyên mizgeftan ên elektrîk, av û gaza xwezayî ji budçeya diyanetê tên dayîn û got, "Di nava vê budçeyê de baca Elewiyan jî heye. Eger bi bacên me hemû mesrefên mizgeftê tên dayîn, wê çaxê divê yên mala cem jî werin dayîn."

'EM Ê CENAZEYAN LI KU BI CIH BIKIN'

Eser di dewama axaftina xwe de got, "Îbadetxaneya Elewiyan Mala cem e. Diyanet an jî dewlet ne xwedî wî maf û erkî ye ku bêjin malên cem îbadetxane ye yan na. Em Elewî li malên xwe yên cem îbadeta xwe dikin, cenazeyên xwe radikin û cema xwe çêdikin. Di rewşa heyî de elektrîka îbadetxaneya me hatiye qutkirin û cenazeyê me yê were rakirin heye, lê me cih nedît lê bi cih bikin. Ji ber nebûna elektrîkê morga me naxebite. Em ê cenazeyê xwe li ku bi cih bikin?"