Ekolojîst 20’ê Îlonê wê li Heskîfê kom bibin
Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê ji bo 20'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Heskîfê daxuyanî dan çapemeniyê.
Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê ji bo 20'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Heskîfê daxuyanî dan çapemeniyê.
Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê ji bo 20'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Heskîfê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstê bi navê Guner Yanliç bang li hemû kesan kir ku bi dirûşma, 'Ji bo aştiyê werin Heskîfê' tevlî çalakiyên li Heskîfê bên lidarxistin bibin.
Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê ji bo 20'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Heskîfê, li Parka Sûmerê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek aktîvîstên ekolojiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê ekolojîstan Guner Yanliç daxuyanî xwend. Yanliç destnîşan kir ku piştî 7'ê Hezîranê li 150 herêman, 'Heremên qedexekirî' hatine îlankirin û piştî van îlanan ji ber bombebaranan gelek daristan şewitîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi deh hezaran donim erd hatine şewitandin û bi vê yekê şewatên ku bi salan e sîstematîk li ser Kurdistanê tên meşandin gihiştiye asteke herî bilind."
Yanliç da zanîn ku roja 20'ê Îlonê wekî Roja Heskîfê ya Cîhanê hatiye qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Banga me hemû kes bi dirûşma, 'Ji bo aştiyê werin Heskîfê' tevlî çalakiyên ku wê li Heskîfê pêk werin bibin."