Eînsteîn çima wiha biaqil bû?

Teorîsyenê fizîkê Albert Eînsteîn çima wiha biaqil Bû? Çi yê wî ji me kêm an jî zêde bû?

Dêhayê serdema modern ê bi nav û deng, 1921’an layiqî Xelata Fizîkê ya Nobelê hate dîtin. Ji ber ku nebe objeyeke kultê xwestibû ku piştî mirinê wî bişewitînin û xweliya wî were belavkirin. Lê gulana 1955’an doktor Thomas Harvey ku otopsiya Eînsteîn kirî, bi dizîka mêjiyê wî derxist.

Li gorî kovara ‘Scîence et Avenîr’ encama ku ji lêkolîna Harvey derketî mirov şaş dihişt: Mêjiyê Eînsteîn li gorî giraniya mêjiyê mirovan ku bi giştî 1300 gram e, siviktir bû. Mêjiyê wî tenê 1230 gram bû. Naxwe ji bo biaqilbûneke zêde hewceyî bi mêjiyekî mezin nebû.

Piştî gelek spekulasyonan 1985’an Harvey û çend hevpîşeyên wî keşfên xwe weşndin. Li gorî tespîtên pêşî di mêjiyê Eînsteîn de, li gorî yên mirovên dî zêdetir şaneyên glîa hebû. Şaneyên glîayan berevaniyê li noronan dikin û wan xwedî dikin.

1999’an Harvey û norolog Sandr Wîtelson derbrê mêjiyê Eînsteîn hin encamên nû weşandin: Di mêjiyê Eînsteîn de ‘lateral sîlcûs’eke bêmînak hebû. Lêkolîneran her wiha tespît kirin ku di mêjiyê dêhayê fizîkê de, paryetal operculum ku tevgera destan pêk tînin, kêm e.

Herdu lêkolîne dibêjin, ‘’Zêkaya li qada zanînî ya Eînsteîn û rengê fikirandinê ya ku wî behsê dikir, dibe ku têkilî anotomiya tîpîk a herêmên înferîor parîetal be’’.

Ev lêkolîner ku zenê tînin ser encamên berê, reseniya mêjiyê Eînsteîn piştrast dikin. Lê pisporê geşbûnê mêjî, antropolog Dean Falk li dijî encamên derketin holê tespîtên berovajî dike.

Bi gotineke dî Falk hin tespîtên Harvey bi van gotinan rast nabîne: ‘’Bi rengekî derî edetê, paryetal operculum û laterl sulcu ne kêm bû.’’

Falk mêjiyê Eînsteîn dide ber yê 85 şahidan, diyar ie ku mêjiyê wî yên ji din cudatir û didomîne, ‘’Di mêjiyê Eînsteîn de fetlonekên tevlîhev hene ku ev kapasîteyên zanînî yên balkêş xurt dike û her wiha xwedî korteksên prefrontal ên derasayî ye.’’

Falk wiha lê zêde dike: ‘’Bi giştî li qadeke taybet berbelavbûna fetlonekan, nişana wê ye ku li vê herêmê noron dibe ku zêde bibin û bi fiilî girêdan tevlîhev in.’’

Falk dibêje, zêdebûna noronan têrê nake ku mirov zekaya Eînsteîn fêhm bike û didomîne: ‘’Li nêzî herêma ku temsîla rû û ziman dike, korteksên ku bi navê somatosensorîel û motor têne navandin pir berfireh bûn. Dema ku lobên paryetal derî edet bin, ji bo zîrektiya matematîkî û vizyonê dibe ku bibe palpişteke norolojik.’’

Ev hemû tişt wiha xuya dike ku ji bo fêhmkirina çima Eînsteîn ev qasî biaqil e têrê nake. Ji bo raza li derdora zekaya wî rabe lêkolîn didomin. Wiha xuya dike, li ser mêjiyê Eînsteîn hê wê gelek tişt werin nivîsîn.