Eger em piştgiriya hev nekin komkujî bi dawî nabin

FEDA’yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî Komkujiya Sêwasê de, kesên ku komkujî plan kirine û kesên ku kujer pak nîşan didin bi nefret şermezar kir.

FEDA’yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî Komkujiya Sêwasê de, kesên ku komkujî plan kirine  û kesên ku kujer pak nîşan didin bi nefret şermezar kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) yê bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand.

FEDA’yê bal kişandin ser komkujiyên li hember  Elewiyan, bi taybet jî li hember Elewiyên Kurd ên di dîrokê de û wiha hat gotin, “Komkujiyek bi xwîn a hîna Sedsala 20’an  nehat girtin û derbasî dîroka me bû jî Komkujiya Sêwasê ya komkujiya nixumandî ya dewletê ye. Beriya niha bi 22 salan 2’ê Tîrmeha sala 1993’yan di dema pîrozbahiyên Pîr Sultan Abdal de, li Otela Madimak a li navenda Sêwasê canên me hatin qetilkirin. Mina Îbrahîm Azeroglu ê Harranî avêtin nava agir.  Piraniya wan Elewî 33 nivîskar, hozanvan û zana li ber çavên cîhana kor bi saxî hatin şewitandin. Em van kesên ku ev komkujî plan kirine, pêk anîne, kesên ev kujerên destên wan bi xwîn, di pêvajoyên darizandinê yên piştî komkujiyê pak derxistine bi nefret şermezar dikin.”

‘EM NEÇARIN MIL BIDIN HEV’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di serî de Elewiyên Kurd-Tirk hemû gelên bindest: ji bo di heman deryaya nûrê de bigihêjin hev û di avakirina siberojek azad de neçarin mil bidin hev.” Di dawiya daxuyaniyê de jî hişyariya, “berevajiyê vê wê komkujiyên van zaliman bi dawî nebin û kesên ku êşê bikişînin dîsa em ê bin” hat kirin.