Koordînatorê Bernameya têkoşîna li hemberî tavmaya civakî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Dr. Necdet Îpekyuz, travmaya civakî ya ku komkujiya li Enqereyê rê li ber vekir, ji ANF'ê re nirxand.
Îpekyuz anî ziman ku nîqaşên şoven û nîjadperest ên piştî komkujiyê li medya civakî xwe da der, ji hev cihêbûn û travmaya civakî ya li Tirkiyeyê nîşan didin û da zanîn, ku Tirkiyeyê di sedsala dawî de gelek veguherîn û travmayên civakî jiya ye.
Îpekyuz anî ziman, ku ji ber travma û şîdet weke bûyerek ji rêzê û xwezayî tê nîşandan, civak dikeve rewşeke xemsar.
'BÊDENGIYA LI TRAVMAYÊ, BÛYERÊ DUBARE DIKE'
Îpekyuz diyar kir ku travmaya civakî, ji aliyê sîstematîk ve êrîşên ji bo afirandina serdestiya siyasî, civakî û dîrokî ya li ser civakekê ye û got, "Em pêvajoyeke welê dijîn ku bi cihêkirina ji hev, bi afirandina têgihiştineke şaş re mirov weke sûcdarên potansiyel tên îlankirin û ji înfazên bêdaraz derbasî înfazên bi daraz dibin. Bêdengiya li travmayê, ji aliyê madî û manewî ve dubarebûna bûyerê ye. Encamên polîtîkayên şer ên bi salan e dimeşin, bandorê li jiyana aborî, çandî û civakî ya hemû civakên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî li Kurdan dike."
Îpekyuz, bêhurmetiya di dema deqeyeke rêzgirtinê ya di maça li Konyayê de bibîr xist û destnîşan kir, ku ev bûyer bi xwe nîşan dide ku travma gihaştiye kîjan astê.
'TRAVMA KRONÎK DIBE'
Îpekyuz ragihand ku şîdet bandora xwe li têkiliyên civakî yên li gelek qadên jiyana rojane dike û got, "Zerarên ku travmayê di nava civakê de rê li ber vekiriye, dema başkirina wê çiqasî dirêj bike wê ewçend kronîk bibe û zehmet be ku bê çareserkirin. Çareserî zor û zehmet bûye."
'JI BO KÊMKIRINA TRAVMAYÊ DIVÊ EDALET BI CIH BÊ ANÎN'
Îpekyuz da xuyakirin ku dema ew têgîna edaletê li gorî pêvajoyên hiqûq û darizandinê yên li Tirkiyeyê dinirxînin, hingî bersiveke vala derdikeve holê û got, "Dema travma ji holê neyê rakirin, hesta edaletê ya di wijdanê civakê de, hîn bêhtir zerarê dibîne. Niha di nava civakê de guman heye ku edalet bi cih nayê anîn. Ev yek hat serê me hemûyan. Di destpêkê de bandor li xizmên mirî û birîndaran dûre jî bandor li me hemûyan kir. Lê malbat û xizmên mirovên xwe winda kirine yan jî birîndar bûne, pêwîstiya wan bi desteka me heye. Ji bo vê yekê jî divê em wan fêm bikin, li cem wan bin û êşa wan parve bikin."