Doza Tekçî taloqî 11’ê Îlonê hat kirin

Têkildarî doza Nezîr Tekçî yê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, piştre hat gulebaran kir, di dawiyê de jî bi mayînê ve hat girêdan û hate parçekirin, biryar derneket. Doz taloqî 11’ê Îlonê hat kirin.

Di doza ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Tirkiye ji ber îhlalên mafê jiyanê, hem jî der barê îhlalê de lêpirsînek çalak nehat kir sûcdar  kir, albayê teqawît Alî Osman Akin û Yarbay Kemal Alkan  sedema “bi hîsên cinawirî kuştina mirovan” tên darizandin li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîr dewam kir. Dihat payîn ku di encama darizandina îro de, ji bo bersûcan ceza derkeve, lê dîsa di dosyayê ceza derneket.

Di rûniştinê de parêzerên malbata Tekçî ji dadgehê xwestin hin şahidên din jî bên guhdarkirin. Piştî pejirandina vê daxwazê doz taloqî 11’ê Îlonê hat kirin.