Dorû: Pêwîst e hilbijêrên li Ewropa ji rehawetê derkevin û biçin ser sindoqan

Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Dorû, diyar kir ku eleqeya ji hilbijartinan re kêm e û got: “Bê ku mirov bikeve rehawetê, divê heta 25’ê Cotmehê em biçin ser sindoqan.”

Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Dorû, diyar kir ku eleqeya ji hilbijartinan re kêm e û got: “Bê ku mirov bikeve rehawetê, divê heta 25’ê Cotmehê em biçin ser sindoqan.”

Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyup Dorû diyar kir ku li giştî Ewropayê eleqeya ji hilbijartinan ew kêm e û banga çûna ser sindoqan li hilbijêran kir. Dorû yê ji bersiv da pirsên ANF’ê got: "Heta 25’ê Cotmehê wê dengdana li Ewropa bi dawî bibe. Li  giştî Ewropayê mixabin çûna ser sindoqan kêm e. Rehaweteke mezin heye. Divê hilbijêrên HDP’yî dawî li vê rehawetê bînin, heta dawiya vê hefteyê biçin ser sindoqan, hesab ji AKP’ê bixwazin.”

‘AKP BI TERORÊ XEBATÊN HILBIJARTINAN ASTENG DIKE’

Dorû têkildarî cudatiya xebatên hilbijartinê yên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de got ku ev hilbijartin dewama ya 7’ê Hezîranê ye lê ji ber encamên wê nehatin qebûlkirin dubare bûn. Dorû wiha dewam kir: “Xelifeyê Osmanî ji ber encamên hilbijartinê qebûl nekir dubare bû. Dewlet ji ber encamên hilbijartinê qebûl nekir û ji bo dengên nîjadperest werbigire. Pêleke terorê da destpêkirin. Texrîbat û windahiya ku vê terorê çêkiriye heye. Bi xwezayî mirovên me ji aliyekî ve ku xebatên hilbijartinan dimeşîne li aliyê din bi van re mijûl dibe. Demeke xwe ya zêde bi çareserkirina van texrîbatan re derbas dike. Ji bo zarokên xwe yên dewletê qetil kirine taziyeyan datînin. Di nav evqas êş û hilweşînê de ti bikî nekî hilbijartin dikeve plana duyemîn. Jixwe dewlet vê bi zanebûn dike… Êrîşên li hember partiya me, komkujiyên hember gelê me pêş dikevin. Li hemberî me siyaseteke wiha tê meşandin. Li dijî vê berxwedana gelê me heye, hem xwe diparêze hem jî xebata xwe ya hilbijartinê dike.”

Dorû diyar ku bandora van êrîşên dewleta Tirk ên li Ewropayê tesîra xwe dike û wiha dewam kir: "Li Kurdistanê ku ev êrîş rû didin, kesên xizm û nasên wan li Ewropayê bi awayekî neyênî bandor dibin. Ji ber xizmên wan dema vê dijîn heyecan û coşa wan a hilbijartinê namîne. Taziyeya hemûyan heye.”

'DIVÊ EM TEVLÎBÛNA HILBIJARTINAN ZÊDE BIKIN'

Dorû têkildarî xebatên hilbijartinan ên li Ewropayê got: “Xebatên hilbijartinê li gelek welatan didomin. Lê tevlîbûn û asta dengdanê mixabin ne mîna em dixwazin de ye. Her çiqasî hefteya bihurî tevgereke çêbû jî ne di asta ku em dixwazin de ye.”

Dorû axaftina xwe wiha domand: “Eger em dixwazin hesab ji van komkujiyan bixwazin, divê em biçin ser sindoqan û ji dîktatoriya AKP’ê rizgar bibin. Eger em ê hesabê kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bipirsin, divê em dengên xwe bidin HDP’ê. An na em ê bikevin lîstîka plana AKP’ê.

'DENGÊN LI EWROPA DIYARKER IN’

Dorû têkildarî girîngiya dengên Ewropa got: “Ji ber dengên li Ewropayê têkildarî qezenckirina gelek parlamenterên li Kurdistanê diyarker in. Dîsa ji bo benda ji sedî 10 pir girîng e. Em mînaka kurt bidin. Eger em li Kurdistanê bi namzetê dawî yê AKP’ê re di nav pêşbirkê de bin, dengên me nêzî hev bin dengên ji Ewropa di vir de diyarker in.”

Dorû wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li derveyî welêt asteke hilbijêran a mirov nikare biçûk binirxîne hene. Lewma pêwîst e mirovên me li hember zextên li Kurdistanê, ji bo demokratîkbûna Tirkiye, ji bo dilsoziya bi xeyalên kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP’ê.” 

...