Doktorên Kubayî nehiştin AIDS derbasî pitik bibe

Doktorên Kubayî nehiştin vîrûsa rê li ber AIDS'ê vedike ji dê derbasî pitik bibe.

Doktorên Kubayî nehiştin vîrûsa rê li ber AIDS'ê vedike ji dê derbasî pitik bibe.

Kuba ku bi serketinên xwe yên li qada tenduristiyê balê dikişîne ser xwe, gaveke nû avêt.

Di daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de hat ragihandin ku pêşî li vîrûsa HÎV a li rê ber nexweşiya AIDS'ê vedike hatiye girtin, ku ji dê derbasî pitik bibe. Dîrektora Giştî Margaret Chan ev gav weke "Ji bo pêşîgirtina li pêketina vîrûsê, yek ji serketinên herî mezin ên tenduristiya cemaweriyê ye" pênase kir.

Ji rêveberên saziya AIDS a Neteweyên Yekbûyî (UNAIDS) Mîchel Sîdîbe jî destnîşan kir ku serketina li Kubayê nîşan dide ku AIDS dikare bê qedandin.