‘Divê du şoreşgerên Îspanyolî demildest bên berdan’
AvEG’ê bertek nîşanî binçavkirina kesên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn didan û ji aliyê dewletên YE’yê ve hatine binçavkirin, da û daxwaz kir ku divê demildest du şoreşgerên Îspanyolî bên berdan.
AvEG’ê bertek nîşanî binçavkirina kesên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn didan û ji aliyê dewletên YE’yê ve hatine binçavkirin, da û daxwaz kir ku divê demildest du şoreşgerên Îspanyolî bên berdan.
AvEG’ê bertek nîşanî binçavkirina kesên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn didan û ji aliyê dewletê YE’yê ve hatine binçavkirin, da û daxwaz kir ku divê demildest du şoreşgerên Îspanyolî bên berdan.
Konfederasyona Penaberên Bindest a Ewropayê (AvEG) têkildarî kesên li dijî DAIŞ’ê şer dikin û hatine girtin de daxuyaniyek nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanên ji her çar aliyê cîhanê ji bo parastina Şoreşa Rojava hatine, hedef hatine girtin û şervanên enteranasyonal ên ji bo mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê şer bikin hatin Rojava, ji aliyê dewletên YE’yê yên emperyalîst ve hatin binçavkirin û wiha hate gotin:
TEHEMULA WAN LI DIJÎ LÊGERÎNA AZADIYÊ TINE
Du endamên Tabura Azadiya Enternasyonal ên Îspanyolî piştî vegeriyan welatê xwe bûn hedefa dewletê. Her du şoreşgerên hatine binçavkirin, ji ber ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine, serbilindiya xwe diyar kirine.
Di demeke nêz de şoreşgerekî ciwan ê endamê Young Struggle, ji bo avakirina Kobanê xwest biçe û li balafirgeha Elmanyayê ji aliyê polîsan hat binçavkirin û her wiha jineke ciwan a Kurd a ji Londonê dixwest biçe Kobanê jî hat girtin. Her wiha heval û malbata Ivana HOffman wek teror hat dîtin û li dijî rêxistinbûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Ewropayê bêdengiyek heye. Ev jî dijminahiya dewletên emperyalîst a li dijî gelan careke din nîşan dide.
Dewleta Ispanyayê û yên din ên YE’yê êrîşên xwe bi awayên cuda nîşan didin. Ev dewletên YE’yê yên li dijî DAIŞ’ê bêdengiya xwe diparêzin bêtehemula wan a li hember kesên li dijî wan şer dikin, nîşan dide. Lê gelên me dizanin ku wê ala enternasyonal bilind bibe.”
AvEG’ê daxwaz kir ku du şervan demildest bên berdan