Dîlek Dogan a ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
18’ê Cotmehê polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyeta Stenbolê di operasyona li Ataşehîr û Sariyer de Dîlek Dogan gulebaran kirin. Dogan a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Okmeydani tedawî didît jiyana xwe ji dest da.