Di salvegera 33. de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan ên li li zindana Amedê bûn sembola berxwedanê li Frankfurt a Elmanyayê hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) pêk hat û berdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Aynur Alparslan, pêkanînên hovane yên zindana Amedê ya hem beriya 12’ê Îlonê û hem jî piştî wê vegot.
NÊZÎKATIYA FAŞÎZAN JÎ, RUHÊ BERXWEDÊR JÎ DIDOME
Alparslan wiha got: “Li dijî faşîzmê sekneke bi rumet, bawermend û bi wate hate nîşan dan. Ev berxwedana ku ji berxwedana Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Sakîne Cansiz û gelekên din re bûn sahne û qedera şoreşa Kurdistanê guhert, îro li Şengal û Kobanê bi heman rûhê berdewam dike. Watedayîna berxwedana 14’ê Tîrmehê û xwedî li saziyên xwe derketin, ji pêkanîna berpirsyariyên xwe yên li dijî berxwedana Kobanê û Şengalê derbas dibe. Nêzîkatiya faşîzan ya wê demê îro li Rojava jialiyê AKP û DAIŞ’ê ve pêk tê.”