Di Festîvala Sudstadt de Kurd rastî eleqeyeke mezin hatin

Festîvala Sudstadt a roja Înê li Nurnbergê destpê kir, di roja 3. de dewam dike. Kurdistaniyên li Nurnbergê dijîn, ev 25 sal in bi navê Mala Medya beşdarî festîvalê dibin.

Festîvala Sudstadt a roja Înê li bajarê Elmanya Nurnbergê destpê kir, di roja 3. de dewam dike. Kurdistaniyên li Nurnbergê dijîn, ev 25 sal in bi navê Mala Medya beşdarî festîvalê dibin. Ji gelek neteweyan saziyên sivîl, rêxistin, partî û şexsiyet beşdarî festîvalê dibin.

Di herikîna rojên festîvalê de Kurdistaniyên li Nurnbergê dijîn, der barê çand û dîroka xwe de neteweyên din agahdar kirin.

Çand û hunera Kurd ku bi komên govendê û ozanên herêmî hat nîşandan, îsal jî rastî eleqeyeke mezin hat.

Di festîvala îsal de jî, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Di tevahiya festîvalê de mijara ku herî zêde derdikeve pêş, têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye.

Festîval wê îro derengiya şevê biqede. Heta hingî, di çarçoveya şiyara 'Ji Serok Apo re Azadî' wê beşdarên festîvalê bên agahdarkirin.

...