Di doza komkujya karkeran a Esenyurt de biryar hat aşkerakirin
Di doza Esenyurt a 11 karker ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan, biryar hat aşkerakirin. Li hin bersûcan ceza hat birîn, 6 bersûc jî beraet bûn.

17. rûniştina Doza Şewata Konê Marmara Park AVM a li Esenyurt li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoy pêk hat.
Dadgehê di doza şewatê ya 11 kesan jiyana xwe ji dest da, biryar aşkera kir. Li gor biryarê li 4 bersûcan 10 sal, li 2 bersûcan 6 sal, li bersûcekî 5 sal ceza hat birîn. 6 bersûcan jî beraet kir.
ÇI ÇÊBIBÛ?
11’ê Adara 2012’an 11 karkerên ji bajarên wek Ordû, Wan, Tokat û Sêwasê hatin Stenbolê di înşeta Marmara Park AVM a Esenyurtê de dest bi kar kirin, ji ber şewata di konên lê diman jiyana xwe ji dest dan. Di îdîanameya ku Dozgeriya Komarê amade kiribû 13 kes dihatin darizandin.
Marmara Park AVM a 200 mîlyon euro ye piştî komkujiyê hat vekirin.