Di Doza Kaçeroglû de delîl heye, girtin nîne!

3. rûniştina Doza Kaçeroglû pêk hat. Di rûniştinê de ku parlamenterên HDP’ê jî amade bûn, delîl hatin paşçavkirin û dîsa biryara girtinê nehat dayîn.

Ekrem Kaçeroglû yê li Îzmîrê di dema serhildana Kobanê de piştî bi guleyê hat birîndarkirin ji aliyê komeke ve nîjadperest hat lînckirin û qetilkirin. 3. doza Kaçeroglû li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat. 4 bersûcen ku bi awayekî serbest tên darizandin tevlî rûniştinê nebûn. Parêzerên Kaçeroglû û yên bersûcan, malbata Kaçeroglû, rêveberên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Muslum Dogan û Ertûgrûl Kurkçu jî tevlî rûniştinê bûn.

PRZ. ROLLAS: DELÎL LI HOLÊ NE, LÊ GIRTINEK TENÊ JÎ TINEYE!

Di rûniştinê de Parêzer Mûstafa Rollas diyar kir ku di Doza Yasîn Boru de 20 kesên bê eleqe hatine girtin, lê di Doza Kaçeroglû de delîl li holê ne, lê kesek tenê jî nehatiye girtin.

Dozger, xwest ku dîmenên li emniyetê heta rûniştinek din bê kêmasî bên teslîmkirin, eger nebe ew ê gilî bike, xwest ku dosyaya 13’êmîn Dadgeha Asliye Ceza bînin, piştî dosya hate lêkolînkirin jî, daxwaz kir ku bila her du polîsên şahid bên guhdar kirin û biryar li gor vê bê dayin.

DOZ TALOQÎ 12’Ê ÇILE KIRIN

Serokê Dadgehê, biryara xwe ya navîn diyar kir, daxwazên dozger pejirand, tesbîta nasnameyên wezîfedarên TEM’ê jî red kir. Daxwaza keşfa cihê bûyerê ya parêzeran jî taloqî piştî komkirina delîlan kir û rûniştin taloqî 12’ê Çileyê hate kirin.