Şewata bi rojane li pirêzeya deşta Êlih û Qubînê dewam dike, zerareke mezin dide xwezayê. Erdê bi hezaran donimî yên li herêma Reşkota ya li bakurê Qubînê hat şewitandin, zindiyên li ser û binê erdê jî tine kir.
ANF
ÊLIH
în, 10 tîrmehê 2015, 11:38
Ji bo tinekirina qirşikên ji ber erdê çandiniyê mane, her sal bi hezaran donim erdê çandiniyê tê şewitandin. Pispor diyar dikin ku ev yek hem hilberîna axê kêm dike hem jî zerarê dide xwezayê. Lê belê mirovên ji aliyê çandiniyê ve xwedî agahiyeke têrker nîne, pirêze didin ber agir.
Li Êlihê her sal mîlyonek donim erdê pirêze tê şewitandin. Ev şewata îsal agir bi daristanê xist, li Qubînê dewam dike. Li herêma Reşkota, Elîka û Bekîra zevî hatin şewitandin. Bi hezaran heywanên kovî, kêzik û gelek ruhberên ser û binê erdê, tine bûn. Hawirdorparêz nerazîbûnê nîşanî rayedaran didin ku li hemberî vê karesata xwezayî bêdeng dimînin. Her wiha dixwazin yên vê şewatê dikin, bên cezakirin.