Dergaha Pîr Sûltan Abdal 1. Kongreya xwe lidar xist
Dergaha Pîr Sûltan Abdal a di bin sîwana FEDA de li Parîsê dixebite, yekemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Dergaha Pîr Sûltan Abdal a di bin sîwana FEDA de li Parîsê dixebite, yekemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist.
Dergaha Pîr Sûltan Abdal a di bin sîwana FEDA de li Parîsê dixebite, yekemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Kongre li avahiya dergahê ya li herêma La Coûrneûve ya Parîsê bi beşdariya 42 delegeyan saet di 13:00 de pêk hat.
Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê Bemal Ozdemîr axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Piştre li ber gulbangê ya Pîr Riza Yagmûr kir ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
Li dû hilbijartina dîwanê, nirxandinên siyasî hat kirin. Hat ragihandin ku li Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên barbar DAIŞ'ê şerekî mezhebî tê meşandin û eger ev şer li xaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwe bide der, wê hedefa destpêkê ya DAIŞ'ê civata Elewî be.
Delegeyan diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê ji destpêkê ve polîtîkayeke bi vî rengî dimeşînin û destnîşan kirin ku divê civata Elewî rêxistinbûyîna xwe xurttir bike. Hat ragihandin ku desteka mezin a Elewiyan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo HDP'ê nîşan dide ku ev rewşa rêxistinbûyî derketiye holê.
Piştî nirxandinên siyasî raporên xebatê û maliyeyê hatin xwedin û pêşkêşî dengdanê hat kirin. Ji bo hilbijartina Hevserokan û Desteya Rêveber deng hatin bikaranîn.
Di encama dengdayînê de Husniye Kuçukkeleş û Îsmaîl Demîrdelen ji bo Hevserokatiya Dergaha Pîr Sûltan Abdal a Parîsê hatin hilbijartin. Piştî amadekirina plansaziya salekê, bi wergirtina biryara meclîsbûyînê re kongre bi dawî bû.