Dengdayîna li Swîsreyê didome

Hilbijêrên le Swîsreyê dengdayîna ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê didomînin. Hilbijêrên HDP’ê bang li kesên ku hê dengên xwe bikar neanîne kirin ku biçin ser sindoqan.

Hilbijêrên le Swîsreyê dengdayîna ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê didomînin. Hilbijêrên HDP’ê bang li kesên ku hê dengên xwe bikar neanîne kirin ku biçin ser sindoqan.

Hilbijêrên li Swîsreyê dijîn ku ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê dengên xwe bikar tînin hat dîtin piranîya hilbijêran HDP’yî ne. Dengdayîn heya 25’ê Cotmehê roja Yekşemê wê bidome, dengdayîn li sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Bern, konsolosxaneyên Tirkiyeyê yên Zurîh û Cenevre didome.

JI BO HILWEŞANDINA DÎKTATORIYÊ

Tê gotin ku asta tevlîbûnê li gor hilbijartinên 7’ê Hezîranê kêm e, hilbijêrên HDP’yî yên çûn ser sindoqan diyar kirin ku her dengek îradeyeke û pêwîst e her îrade di meclîsê de cih bigire. Hilbijêran gotin, “Dengên me ji bo HDP’ê ne.”

Li gel vê hilbijêr îro û sibe seat ji 09:00’ê sibehê heya 21:00’ê êvarî wê karibin dengên xwe bikar bînin.

...