DEMKURD: AKP dixwaze komkujiyên li Kurdistanê neqlî Ewropa bike
Hat diyarkirin ku rojên bihurî Rêxistina Ewropa ya AKP’ê li Bernê ji bo Kurdan krîmînalîze bike çalakî û êrîşên provokatîf pêk tînin.
Hat diyarkirin ku rojên bihurî Rêxistina Ewropa ya AKP’ê li Bernê ji bo Kurdan krîmînalîze bike çalakî û êrîşên provokatîf pêk tînin.
DEMKURD’ê têkildarî êrîşa rojên bihurî ji aliyê Rêxistina Ewropa ya AKP’ê UEDT li Bernê li hember gelê Kurd pêk hat daxuyaniyek da got ku AKP’ya li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne ji bo li Ewropayê jî Kurdan krîmînalîze bike êrîş û çalakiyên provokatîf pêk tîne.
Rêxistina AKP’ê ya li Ewropayê Yekîtiyên Demokratîk ên Tirk a Ewropa (UEDT) 12’ê Îlonê roja Şemiyê êrîş bir ser çalakiya Kurdistanî û dostên wan a bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li Cizîrê pêk dihat. Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (DEMKURD) li avahiya Civaka Kurd a Bern têkildarî êrîşî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Hevseroka DEMKURD’ê Derya Çelîk diyar kir ku di êrîşên faşîstên Tirk de gelek kes birîndar bûne, ev êrîş wek versiyona pêla êrîşên ku AKP li Tirkiye û Kurdistanê destpê kiriye. Çelîk anî ziman ku AKP li gelek deverên Kurdistanê mirovan qetil dike û got: “Dixwaze sempatiya li hember Kurdan a bi Rojava re li Ewropa û cîhanê ava bûye krîmînalîze bike û belav bike.”
AKP Û DAIŞ BI HEV RE ÊRÎŞ DIKIN
Yek ji rêveberên Navenda Civaka Kurd a Bern Omer Reşîdoglû diyar kir ku Erdoganê di hilbijartinan de encama dixwest bi dest nexist tola ji Kurdan radike û got: “Kî terorîst e? Wan li Elmanyayê bi DAIŞ’ê re êrîşî Kurdan kirin û qirika mirovan jêdikin.”
POLÎSAN BÛYER SORTIR KIRIN
Yek ji xebatkara Navenda Civaka Kurd Arzû Gungor jî diyar kir ku polîsên Bern’ê li şûna bûyeran bi dawî bikin ketine nav helwesteke ku bûyeran sortir bikin û got: “Li vir derfeta polîsan hebû ku koma nîjadperestên Tirk a ji 15 kesan belav bike, lê nekirin. Li şûna wê polîsan bi gazê êrîş bir ser jin û zarokên ku ji bo şermezarkirina terora dewletê û komkujiyên polîsan çalakiya rûniştinê pêk dianîn. Ev bi armanca provokasyonê ne.”