Demîrtaş: Pakêt bi reformê rast nabe divê bê kişandin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê tevlî bîranîna Berkîn Elvan bû, got ku di 12 salên desthilatdariya AKP’ê de bi sedan zarok li kolanan hatin qetilkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê tevlî bîranîna Berkîn Elvan bû, got ku di 12 salên desthilatdariya AKP’ê de bi sedan zarok li kolanan hatin qetilkirin.

Demîrtaş piştî bîranînê têkildarî pirsa ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ got "Ti aliyekî pakêtê yê bi pansûmanê bê rastkirin nîne. Pakêt dişibe deveyê. Em kîjan aliyê vê pakêtê rast bikin? Pakêt bi reformê rast nabe divê bê kişandin.” Demîrtaş hişyar kir ku eger pakêt bi vî awayî derbas bibe wê cinayetên ku dewlet pêk tîne zêde bibin.

Ji bo yekemîn salvegera mirina Berkîn Elvan (15) ê di Berxwedana Gezî de bi guleya gazê ya polîsan avêt bi giranî birîndar û li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe ji dest da, li Malacem a Okmeydani merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

BAV ELVAN: QATIL JIYANA XWE DIDOMÎNIN

Di bîranînê de ligel bi sedan kesan, malbata Berkîn Elvan, malbata Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hevsera wî  Başak Demîrtaş, Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel, parlamenterê CHP û HDP'yî beşdar bûn.

Di bîranînê de bavê Berkîn Elvan Samî Elvan, ji ber hê jî qatil nehatine cezakirin nerazîbûn nîşan da û got, "Ji bo bîranîna Berkîn em li vir kom bûn. Salek li ser re derbas bû. Edalet nîne. Qatilên Berkîn hê li holê nînin. Jiyana xwe didomînin.”

PRZ. KOZAGAÇLI: DIVÊ TAVILÊ BÊN DARIZANDIN

Hevserokê Giştî ÇHD’ê  Selçûk Kozagaçli jî diyar kir ku tevî nav û wêneyên qatilên Berkîn di destê wan de ne hê nehatine cezakirin û got, “5 kesên ku gotin, 'Bila qatilên Berkîn bên darizandin niha di girtîgehê de ne… Wezîfedarên gelemperiyê yên wêneyên wan di destên me de hene divê tavilê bên darizandin.”

DEMÎRTAŞ: AKP’Ê QETILKIRIN REWŞA NÎŞANDAN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de hemû zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin bibir anî û bal kişand komkujiyên zarokan ên di serdema desthilatdariya AKP’ê de pêk hatî û wiha got: “AKP di nava lîstikek çawa ya siyasetê û rantê de ye di qetilkirina Berkîn Elvan de carek din derket holê. Hikûmet tenê hincetan dihilberîne. Ev kuştin rewa nîşandan. Failên wan diyar in, lê belê nehatine lêkolînkirin û dosyayên lêpirsînê nehatine vekirin."

‘KUŞTINA MIROVAN WÊ BIGIHÊJE HEZARAN!’

Demîrtaş diyar kir ku di serdema AKP’ê ya 12 salan de bi sedan zarok li kolanan hatin qetilkirin û wiha axivî: “Li hemberî kuştina van zarokan ne serokwezîrê vî welatî ne jî serokkomarê wê yek gotinek xemgîniyê bikar neanîn. Wek ku ev hemû qetilkirin têrê nakin dixwazin dibin navê ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ derbixin.  Dîsa wek ku ev jî têrê nake, serokwezîrê vî welatî dibêje; ‘Pêwîstî bi vê qanûnê heye.’ Beriya ku ev qanûn tinebû jî bi sedan kes hatin qetilkirin. Ger ev qanûn der bikeve wê hejmara qetilkirinan bigehîje bi hezaran. Berkîn Elvan jî yek ji sembola herî bi êş a vê desthilatdariya wehşiye.”

‘PAKÊT DIŞIBE DEVEYÊ’

Demîrtaş serdema ku Erdogan serokwezîr bû ku bû sedema Dayika Gulsum li qadan bê şermezarkirin bibîr xist û wiha got: “Erdogan xwest ku nakokiyê bike nava gelan û wan ji hev biqetîne. Li vê hewşa Mala Cemê  Ugur Kurt hatibû qetilkirin.  Hikumet di vê qetilkirinê de jî di berdêla ku kujeran bigire û darizîne dest bi reşkirina der barê delîlan kir. Hesabê qetilkirina Berkîn Elwan tenê kesên ku li vî welatî têkoşînê didin dikarin bipirsin.  Di kesayeta Berkîn Elvan de êşa hemû zarokên ku li vî welatî hatin qetilkirin a me ye. Ev dosya nehat girtin ji bo ku ev dosya neyê girtin divê ku em hemû bi hev re lê xwedî derkevin.”

Demîrtaş li ser pirsa endamên çapemeniyê ya ku wê ‘Pakêta ewlekariya Hundir’ were guhertin yan na ev tişt anî ziman: “Heya ku pakêt hemû neyê kişandin ‘em nikarin bêjin di vî warî de guhertinek’ çêbûye. Komisyon wê re dê weke 4 kom rûnin û bi hev re nîqaş bikin. Pakêt bi dermankirinê nayê sererastkirin. Pakêt dişibe deveyê. Em ê kî dera wê sererast bikin?  Divê ku pakêt bigiştî paşve bê kişandin.”

Piştî axaftinan girseya ku tevlî bîranînê bûn dirûşmên, “Berkîn Elvan wekî şitlekî di 15 saliya xwe de bû” , “ kujerên Berkîn polîsên AKP’ê ne’ berz kirin.