Demîrtaş li Qada Esenyûrt bi gel re hat cem hev. Demîrtaş got, "Soza me ya ji gelê me re ye; em çiqasî di bin zextan de jî bin, em ê alîgirê bindestan bin. Em ê di 1’ê Mijdarê de encama ji ya 7’ê Hezîranê heybettir derxin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Qada Esenyûrt bi gel re hat cem hev.
Di kombûna li Qada Esenyûrtê de namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê yên herêma 3. amade bûn. Esenyûrtiyan di mîtîngê de pankarta, "Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” vekirin. Hevserokê HDP’a Esenyûrt Mahmût Celal bi Kurdî gel silav kir. Piştî namzetên HDP’ê yên herêma 3. Gel silav kirin, namzetê HDP’ê yê Elewî Alî Kenanoglû, diyar kir di hilbijartina 7’ê Hezîranê de Qesr serobin kirin.
Piştî Alî Kenanoglû, namzetê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan jî xwest di hilbijartina 1’ê Mijdarê de bihêz derkevin. Namzetên HDP’ê ji bo têkoşîna li hember konsepta şerê ji aliyê AKP’ê ve ketiye dewrê bang kirin.
Namzeta HDP’ê ya herêma 3. Pervîn Buldan jî komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Ocalan şermezar kir û got: “Wer difikirin ku wê bi komkujî û girtinan HDP deng winda bike. Lê her ku ew wer bikin wê HDP bi hêz bibe. Dîsa dîsa HDP, dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa xwişk-biratî.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî got: "Di 7'ê Hezîranê de me çi parast piştî wê jî me parast. Beriya 1’ê Mijdarê em çi diparêzin piştî 7’ê Mijdarê jî em ê biparêzin. Soza me ya ji gelê me re ye; em çiqasî di bin zextan de jî bin, em ê alîgirê bindestan bin. Em ê di 1’ê Mijdarê de encama ji ya 7’ê Hezîranê heybettir derxin.”