Demîrtaş: Ji bo guhertinê pêwîst e AKP lewaz bibe
Demîrtaş bal kişand ku AKP dixwaze dîktatoriyê ava bike û got ku kesên guhertinê dixwazin pêwîst e 1’ê Mijdarê piştgiriyê bidin partiya wan.
Demîrtaş bal kişand ku AKP dixwaze dîktatoriyê ava bike û got ku kesên guhertinê dixwazin pêwîst e 1’ê Mijdarê piştgiriyê bidin partiya wan.
Demîrtaş bal kişand ku AKP dixwaze dîktatoriyê ava bike û got ku kesên guhertinê dixwazin pêwîst e 1’ê Mijdarê piştgiriyê bidin partiya wan. Demîrtaş, li hember gotinên cinsiyetperest ên Serokê Kuluba Trabzonspor Haciosmanoglû nerazîbûn nîşan da.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, tevlî panela “Di 92. salê de Komar û Demokrasî” ya li Odeya Tabîban a Stenbolê hat lidarxistin bû. Panel ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Stenbolê ve hat lidarxistin. Hevberdevkê Bloka Aştiyê Prof. Dr. Gencay Gursoy moderatoriya panelê kir. Prof. Dr. Ayşe Erzan, Prof. Dr. Levent Koker û rojnamevan Mehveş Evîn wek axaftvan tevlî panelê bûn.
'AKP DIXWAZE DÎKTATORIYÊ AVA BIKE'
Demîrtaş, di axaftina xwe ya panelê de got ku ji dema damezrandina Komarê heta niha hin kes ji nîmetên Komarê sûd digirin û li welêt kêmasiyeke cidî ya demokrasi heye. Demîrtaş destnîşan kir ku AKP li hember nîqaşkirina kêmasiyên komarê dibe asteng û hewl dide dîktatoriyekê ava bike.
‘RÊYA DIÇE GUHERTINÊ DI 1’ Ê MIJDARÊ RE DERBAS DIBE’
Demîrtaş axaftina xwe wiha domand:
“Civak kirin bin qeydê û li derdora tirsekê li pêşiya guhertinê roleke xitimandinê lîstin. Rêya derbaskirina vê ne tehdîtkirina civakê ye. Girseyeke ku ji sedî 40 deng daye AKP’ê heye. Em nikarin bi tehdîdkirina van kesan lihevkirina civakê pêk bînin. Yek ji sedemên HDP’ê dikin hedef ev e ku HDP karên baş dike û bi wêrekî nîqaş dike. Ev nîqaş zehmetiyan dide Kurdan jî Tirkan jî. Fêrbûn û şablonên me hemûyan hene. Em bibin alîgirê qutupbûyinê û em girseyek mezintir bixin nav qutupan, em bibin desthilat jî em ê hema hema bibin desthilatiyek wiha. Lê em hevsengiyên civakî nêzî hev bikin, van bi desthilatiyê bidin nasîn, wê demê em ê karibin tevahî kodan jî biguherin. Yan na em dizanin ku sibeha 2’ê Mijdarê dema AKP lewaz bû, em ê li welatekî demokratîk şiyar nebin. Lê em dizanin ku rêya guhertinê jî di vir re derbas dibe. Bi israr dixwaze di nav civakê de qutupbûnan ava bike. Girseya ku xîtap dike guhdar dike û dibêje, ‘ev herî kêm ji sedî 40 e’. Em jî dibêjin, ‘Em hene û jiyanek bi rûmet dixwazin’ , lê dengê me nabihîze, kesên dengê xwe didinê têra wî dike.”
LI HEMBER AXAFTINÊN CINSIYETPEREST ÊN HACIOSMANOGLÛ BERTEK
Demîrtaş axaftina Serokê Kuluba Trabzonspor a “Li şûna wek jinan sed salan bijîm, ez ê wek zilaman salekê bijîm” bi awayekî “kirêt” nirxand. Demîrtaş wiha axivî: “Ti kes nikare îtirazî vî zilamî bike. Bila hevsera wî, keça wî derkeve, îtîraz bike. Em jî dibêjin ku şûna em wek te bijîn, em ê wek jinek li pey azadiya xwe digere bijîn û bimirin.”