DBP: Em ê Sennû Sezer bi hezkirin û hesretê bibîr bînin
DBP'ê ji bo nivîskar û helbestvan Sennûr Sezer, peyameke sersaxiyê weşand.
DBP'ê ji bo nivîskar û helbestvan Sennûr Sezer, peyameke sersaxiyê weşand.
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, ji ber wefata Nivîskar-Helbestvan Sennûr Sezer peyameke sersaxiyê weşandin.
Hevserokan gotin, "Bi xemgînî û dilşewat em pê hesiyan ku helbestvan û wêjevana hêja ya Tirkiyeyê Sennûr Sezer jiyana xwe ji dest daye. Wefata ji nişka ve ya wêjevana kedkar a welatê me, xwişka mezin a kedkaran Sennûr Sezer, ji bo tevahiya cîhana wêjeyê û kedkaran, windahiyeke mezin e."
'JI CÎHANA WÊJEYÊ RE BÛBÛ MÎNAK'
Di dewama peyamê de hat gotin, "Sennûr Sezer bi kesayetiya xwe ya kedkar, bi hesasbûna xwe ya li pirsgirêkên civakî û bi wijdanê xwe re bûbû mînak ji cîhana wêjeyê re. Kesayeteke ku valahiya wê ti carî nayê dagirtin. Em ê wê her tim bi hezkirin û hesretê bibîr bînin. Ji malbata wê, rojnameya Evrenselê û hemû hezkirinên wê re sebir û metanetê dixwazin."