Dayikên Şemiyê: Li dijî Yezîd wê têkoşîn bidome

Dayikên Şemiyê ku cara 551'emîn hatin cem hev kesên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û bi gotina "Em aştiyê dixwazin, ên ku aştiyê naxwazin hûn in, hemû îstîfa bikin" bang li hikûmetê hate kirin.

Dayikên Şemiyê ku cara 551'emîn hatin cem hev kesên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û bi gotina "Em aştiyê dixwazin, ên ku aştiyê naxwazin hûn in, hemû îstîfa bikin" bang li hikûmetê hate kirin. Hevsera Fehmî Tosun, Hanim Tosun jî nirxandina "Îro em ji bo Fehmî rûniştin lê bi deh hezaran winda hene. Zarok bi hêrsê ve mezin dibin. Hûn ji vî hêrsê ditirsin" kir.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin bipirsin cara 551'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hate vekirin qurnefîl û wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin. Xizmên windayan wêneyên kesên ku di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane jî hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de çîroka Fehmî Tosun ê 19'ê Cotmeha 1996'an li Avcilarê hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat wergirtin hate parvekirin û aqûbeta wî hate pirsîn.

Di çalakiyê de ewil xwîşka Hasan Ocak, Masîde Ocak axivî. Ocak di axaftina xwe de hevalên wan Meryem Bulut, Serdar Ben, Erol Ekîncî, Îsmaîl Kemalçay û Tayfun Gonul ên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Ocak anî ziman ku di heman demê de ji Dayikên Şemiyê Fatîme Taşkaya jî jiyana xwe ji dest daye. Piştre dayika Ferhat Tepe yê di 28'ê tîrmeha 1993'an de hate qetilkirin Zubeyde Tepe axivî.

Tepe bilêv kir ku Komara Tirkiyeyê bi salan e xwînê dirijîne. Tepe bang li Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir û wiha got: "Em îstîfaya wezîrekî ya diduyan nakin. Bila hemû îstifa bikin. Bila bi Pirsûs, Amed û Enqereyê binêrin û îstîfa bikin. Ji ber ku hûn aştiyê naxwazin. Em di aştiyê de bi israr in ji ber vê yekê divê hûn îstîfa bikin."

Piştî Tepe, birayê Rivdan Karakoç ê di 1995'an de bi îşkenceyê hate qetilkirin Hasan Karakoç axivî û got ku bi salan e li Qada Galatasarayê têkoşîna wan didome û têkoşîna dayik û bavan îro dewrî zarokan hatiye kirin û peyama "Ji îro şûn ve jî ev têkoşîn wê mezintir bibe" da. Dayika Murat Yildiz ê di 1995'an de li Îzmîrê hate windakirin Hanîfe Yildiz jî bi gotina “Werin em di êşên xwe de bibin yek bihevre têkoşînê bimeşînin" bang li hemû kesên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin kir.

'WÊ LI DIJÎ YEZÎD TÊKOŞÎN BIDOME'

Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu jî anî ziman ku çawa Yezîd li Kerbelayê qetlîam pêk anî niha jî Erdogan qetlîamê pêk tîne û wekî wê demê îro jî wê têkoşîn bidome. Parlamenter Fîlîz Kerestecîoglu jî nirxandina "Heta ku hêvî hebe wê têkoşîn bidome" kir.

Hevsera Fehmî Tosun, Hanim Tosun jî diyar kir ku ev kesen ku bi hefteyan in li qadan kom dibin ji bo nasname û ziman têdikoşin û wiha axivî: "Em her hefte li vir rûdinên. Em ji bo kê, ji bo rûdinên bila rûnên, ji bo kesên ku nav û dengên wan nayê zanîn rûdinên. Êşên wan di hundirê me de ye. Yên dixwazin bêdeng bikin em bêdeng nabin em li vir in. Em ji bo Fehmî rûniştin lê bi deh hezaran winda hene. Zarok bi hêrsê ve mezin dibin. Hûn ji vî hêrsê ditirsin.

Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji aliyê Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak ve hate kirin. Boztoprak bilêv kir ku zarokên Fehmî Tosun li qada Galatasarayê mezin bûn û neviyên wî jî li vî qadê mezin bûn. Boztoprak destnîşan kir ku di mijara darizandina kesên ku Tosun winda kirine skandalên hiqûqî hene û wiha got: "Daraza ku aqûbeta Tosun lêpirsîn nekir di 25'ê Nîsanê de 1996'an de bi hinceta ku endamê rêxistinê ye der barê wî de lêpirsîn vekir. Piştî ku li ser qetilkirina Tosun de 6 meh derbas bû ev doz der barê wî de hate vekirin û di 2006'an de bi hinceta demborîbûne dosya hate girtin. Di biryarê de hate gotin ku negihandine navnîşana Tobun. Ev skandala hiqûqî nîşan dide ku lêpirsîn çiqas ji dûrî hiqûqê tê kirin. Bû 20 sal Tosun hê jî winda ye. Malbat û parêzer serlêdanên xwe didomînin. Heta berpirsyar bên darizandin em dev ji têkoşînê bernadin."