Dayikên Şemiyê li Stenbolê cara 548’emîn ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev û diyar kirin ku heta ku şer bidome wê cejnê pîroz nekin û peyama “Bila aştî bê cejna me jî bibe” dan. Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz jî daxuyaniya Serokkomar Erdogan a “Ez parlamenterên neteweyî û xwecihî” dixwazim bi bîr xist û nirxandina “Ev welat lêgerîna me ya edalatê nedît ku em jî 550 parlamenteran bidin we” kir.
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn di hefteya 548’emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de pankarta, “Kiryar diyar in winda li ku ne” vekirin û wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl girtin destên xwe. Malbatên ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin û Malbata Berkîn Elvan jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê. Di çalakiyê re aqûbeta Kenan Bîlgîn ê di 1994’an de li Enqereyê hate binçavkirin û windakirin pirsîn xwestin kiryar bên darizandin û peyama “Bila aştî bê cejna me jî bibe” dan.
‘VÎ WELATÎ LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ NEDÎT KU EM JÎ 550 WEKÎLAN BIDIN WE’
Di çalakiyê de ewil dayika Murat Yildiz ê di 1995’an de li Îzmîrê hate binçavkirin û windakirin, Hanîfe Yildiz axivî. Yildiz gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan a “Ez wekîlên neteweyî û xwecihî dixwazim” bi bîr xist û wiha got: “Em jî ev 548 hefte ne edaletê dixwazin lê ti kes me nabihîze. 400 dixwest niha ev bû 550. Vî welatî lêgerîna me ya edelatê nedît ku em jî 550 wekîlan bidin we.” Piştî Yildiz birayê Nurettîn Yedîgol ê 10’ê Nîsana 1981’ê li Stenbolê hate windakirin, Muzaffer Yedîgol axivî. Yedîgol anî ziman ku ew wekî xizmên windayan ev 30 sal in cejnê pîroz nakin û nirxandina “Qet cejna me nebû. Ne ji bo ku xizmên me hatine windakirin ji ber ku Pirsûs, Cizîr û Nisêbînê mirov tên qetilkirin ji bo me cejn tineye” kir.
'ÊDÎ CEJN JI BO ME NE CEJN IN'
Keça Ahmet Kaya ê di sala 1986'an de hat windakirin Emine Kaya jî bi kurdî axivî û diyar kir ku êdî cejn ji bo wan ne cejn in û wiha got: "Em dixwazin aştî bê. Em dixwazin cejna me jî hebe. Bila êdî aştî bê ruyê vê cîhanê."
Hevsera Fehmî Tosun ê di sala 1995'an de hat windakirin Hanim Tosun jî diyar kir ku cejnek din dîsa ji bo êşên xwe li hev parve bikin hatine vir û dê heta dawî aqûbeta windayan bipirsin.
Herî dawî peyama Şahidê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de hat binçavkirin Ozer Akdemîr a ji dayikê Aştiyê re şandiye hat guhdarkirin.
DOZGER KEMALOGLU: DEWLETÊ POLÎTÎKAYA TINEKIRINÊ PÊK ANÎ
Akdemîr, diyar kir ku di 12'ê Îlonê de kesên dihatin binçavkirin rastî îşkenceya giran dihatin. Aydemîr, anî ziman ku Bilgin jî rastî îşkenceya heri giran hat û wiha got: "Me gelek caran ji dozger re got em bûne şahid ku Bilgin di bin çavan de ye. Lê dîsa qebûl nekirin ku Bîlgîn di bin çavan de ye. Akdemir, herî dawî dengê dozger Selahattin Kemaloğlu da guhdar kirin. Kemaloğlu di peyamê de got: "Dewlet bi taybetî polîtîkaya tunekrinê pêk tîne."
'LI WELATE KU ZAROK TÊN QETILKIRIN EZ Ê ÇAWA EDALETÊ BIXWAZIM'
Birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn jî axivî û wiha got: "Min gelek caran serî li dadgehan da. Lê heta niha min tu encam bi dest nexist. Çelad dîsa mirovan qetil dikin. Li vî welatî zarokên 8-10 salî tên qetilkirin. Li welatê ku zarok tên qetilkirin ez dê çawa edaletê bixwazim."
Parêzerê malbata Bîlgîn Kamîl Tekin jî anî ziman ku rêya darizandina navxweyî qediya serî li DMME'ê dane û heyeta DMME'ê ji Midûriyeta Polîsan a Enqereyê agahî xwestiye û nakokî li vir derketine holê.
Herî dawî xwişka Metin Goktepe Meryem Goktepe daxuyanî xwend û xwest winda bên ditin û kujer darizandin."
Dayikên Şemiyê pişti daxuyaniyê belav bûn û hefteyek din wê dîsa kom bibin.