Dayikên Şemiyê, li aqubeta Murat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê di heftaya 517'emîn de aqûbeta Murat Yildiz ê di 1995'an de hate windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di heftaya 517'emîn de aqûbeta Murat Yildiz ê di 1995'an de hate windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di heftaya 517'emîn de aqûbeta Murat Yildiz ê di 1995'an de hate windakirin pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de dayika Berfo nehat jibîrkirin û di salvegera wefata xwe da hate bîranîn û hate gotin ku di fitrata vê welatî de windakirin û qetlîamên li dijî jin û zarokan hene.
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya 517'emîn li darxistin. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
DAYIKA BERFO NEHAT JIBÎRKIRIN
Dayikan di çalakiya vê hefteyê de Dayika Befro Kirbayir a ku kure wê Cemîl Kirbayir piştî darbeya 12'ê Îlonê hate binçavkirin û hate windakirin jî ji ber salvegera wefata xwe de nehat jibîrkirin û hate bibîranîn.
Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqûbeta Murat Yildiz ê di 1995'an de li Bornovaya Îzmîrê hate binçavkirin û hate windakirin hate pirsîn. Parezerê Murat Yildiz Erhan Tekçe mafê axaftinê girt û diyar kir ku dayika Murat Yildiz bi deste xwe kurê xwe teslîmî polîsan kiriye lê dîsa ligel vê yekê ji dayika Yildiz re gotine ku Yildiz xwe di feribote de avetiye deryayê. Tekçe anî ziman ku wan rapora pêzanan girtine û wiha got: "Di raperê de ev yek dihat nivîsandin; Yildiz nikare di navbera du polîsan de xwe bavejê deryayê. Lê li ser ve yeke ji cezaye pere tene dan polîsan." Tekçe wiha direji da axaftina xwe: “Dema ku dadgeh bi encam bu dadger li rûye dayika Hanîfe nerî û got ku; mixabin ez zanim ev ceza hindik e lê ez çi bikim qanûn evqas in." Xwîşka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî li vir axaftinek kir û wiha got: “Beriya du salan me li vir dayika Berfo bi rê kir. Me hingî bang li serokwezîr Erdogan kiribû îro Erogan serokomar e û ez disa bang li wî dikim ka dosyaya Cemîl Kirbayir. Tu cihane jî bide min dîsa ez ê bejim Cemîl Kirbayir.” Kirbayir da zanin ku ew adelet û heqîqete dixwazin.
Ji Mirovên Şemiye Hanim Tosun ji bi minasebeta roja zimane zikmakî bi zazakî axivî. Tosun anî ziman divê her kes bi zimane xwe xeber bide. Tosun bilêv kir ku Dayika Yildiz Hanim Yildiz îro li Îzmîrê aqûbeta kurê xwe dipirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bi salan e têdikoşin lê em nikarin bi zimane xwe xeber bidin. Divê em bi zimane xwe xeber bidin.” Biraye Kenan Bilgen, Îrfan Bilgen jî diyar kir ku dayike Hanîfe bi salan e li vê qadê aqûbeta kurê xwe dipirse û bi hevre tekoşiyan e. Bîlgin bi gotina “GBT’ya vî welatî xirab e. Fitrata we de windahî, qatlîam, qatlîame jinan, zarokan hene” dawî li axaftina xwe anî.
Ji Mirovên Şemiye Mukkades Şamîloglu ji anî ziman aqûbeta windahiya di tarîtiyed e winda dibê û kujerên wan nayên cezakirin. Şamîloglu da zanîn ku Murat Yildiz ê ku di 29’ê Çileya 1995'an li Bornova li cafeyekî pevçûn derketiye û di ve pêvçûnede Yildiz gule barandiye hewayê û ji cihe bûyere dur ketiye. Şamîloglu wiha direjî da axaftina xwe: “23'yê Çile de dayika Yildiz Hanîfe kurê xwe bi destê xwe teslîmî polîsan kir. Lê careke din ji kurê xwe agahi nestandiye." Şamîloglu bilêv kir ku dosyaya Yildiz hatiye windakirin û ji ber vê yekê di serî de Komîserê li Şaxa Asayîşê ya Bornovayê Ramazan Kaya polîsê bi navê Tahîr Şerbetçî û midûrê emniyetê yê wê demê berpirsyar in û gotina xwe bi "em edaletê dixwazin" bi dawî kir.