Dayikên Şemiyê: Di cejnê de gora em gulan deynin ser nîne

Ji Dayikên Şemiyê Serpîl Taşkaya diyar kir ku carek din bi qerenfîl û wêneyên li Qada Galatasarayê ne û wiha got: "Eger li welatekî dayik gorên zarokên xwe yên dewletê qetil kirin di dilê xwe hilbigirin li wî welatî cejn jî hatine birîndarkirin."

Ji Dayikên Şemiyê Serpîl Taşkaya diyar kir ku carek din bi qerenfîl û wêneyên li Qada Galatasarayê ne û wiha got: "Eger li welatekî dayik gorên zarokên xwe yên dewletê qetil kirin di dilê xwe hilbigirin li wî welatî cejn jî hatine birîndarkirin."

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 538'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Huda Kaya, bavê Berkîn Elvan Samî Elvan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqubeta Hasan Gulunay ê ku 23 sal in winda ye hat pirsîn.

Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku kurê wê ji aliyê hêzên kontra ve hat windakirin û bi ser windarkirina kurê wê de 21 sal derbas bûn. Yildiz anî ziman ku hemû cejnan bi xemgînî pêşwazî dike û wiha got: "Kujer dimirin û diçin. Em li pey wan ne keyfxweş dibin û ne jî xemgîn dibin." Yildiz anî ziman ku ji ber ti gorên zarokên wan ên ziyaret bikin tine ne xemgîn in û wiha axivî: "Em jî dixwazin gorên zarokên xwe di cejnan de ziyaret bikin. Lê ti gorên em ziyaret bikin tine ne."

Birayê Nurettîn Yedîgol Muzaffer Yedîgol jî diyar kir ku dewlet hestiyên kesên qetil kirin jî nade xizmên wan. Birayê Kenan Bîlgîn Îfran Bîlgîn jî diyar kir ku ew ê her tim hestiyên xizmên xwe bixwazin û wiha got: "Êdî bila kiryar bên dîtin û bên darizandin."

'SEKNA DAYIKAN A BI SEBIR MÎNAKA HERÎ XWEŞIK A AŞTIYÊ YE'

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî diyar kir ku edaleta heqîqî wê bi aştiyê pêk bê û wiha got: "Sekna dayikên me ya bi sebir mînaka herî xweşik a aştiyê ye. Têkoşîna me ya aştiyê wê bi biryar berdewam bike."

'PEYVA EDALETÊ GELEK LÎBERAL DIBÎNE'

Keça Hasan Gulunay Denîz Gulunay jî diyar kir ku piştî hesab ji kiryaran hat pirsîn wê edalet bi cih bê û wiha got: "Bavê min kesekî şoreşger û welatparêz bû." Gulunay anî ziman ku ew dest ji hesab pirsînê bernadin.

'CEJN BIRÎNDAR BÛNE'

Ji Dayikên Şemiyê Serpîl Taşkaya daxuyanî xwend û diyar kir ku di cejnan de dîsa bi qerenfîl û wêneyan li Galatasarayê ne û wiha got: "Eger li welatekî dayik gorên zarokên xwe yên dewletê qetil kirine di dilê xwe hilbigirin li wî welatî cejn jî hatine birîndarkirin." Taşkaya anî ziman ku dewlet 538 hefte ne hiqûqa navneteweyî binpê dike û parêzvaniya kiryaran dike.

Taşkaya çîroka Hasan Gulunay wiha vegot: "Li ser Alî Ekber Atmaca yê sala 1992'yan meha Gulanê ji aliyê Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Artvînê bi îşkenceyê hat qetilkirin nasnameya Hasan Gulunay derket. Ji ber vê yekê Hasan Gulunay ê 32 salî û bavê 4 zarokan derbasî qeydên polîsan bû. Gulunay ji hevsera xwe re got polîs demeke wî dişopîne. Hasan Gulunay 20'ê Tîrmeha 1992'yan li Tarabyayê ji mal derket û çû kar û careke din venegeriya. Di wê demê de kesekî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di binçavan de got kesekî di îşkenceyê de got, 'Ez Hasan Gulunay wê min di bin çavan de winda bikin' aşkera kir."

Taşkaya da zanîn ku piştî vê daxuyaniyê hem malbat û hem jî kesê şahid rastî zext û gefên polîsan hatin.