Dayikên Şemiyê banga rûbirûhatinê li dewletê kirin
Dayikên Şemiyê yê Stenbolê vê hefteyê çîroka Ahmet Yaman ê ku di sala 1995'an de piştî çû qereqola cendermeyan û careke din agahî jê nehat wergirtin vegotin.
Dayikên Şemiyê yê Stenbolê vê hefteyê çîroka Ahmet Yaman ê ku di sala 1995'an de piştî çû qereqola cendermeyan û careke din agahî jê nehat wergirtin vegotin.
Dayikên Şemiyê yê Stenbolê vê hefteyê çîroka Ahmet Yaman ê ku di sala 1995'an de piştî çû qereqola cendermeyan û careke din agahî jê nehat wergirtin vegotin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku berpirsyarên windayan yek bi yek dimirin û hesab ji wan nayê pirsîn.
Dayikên Şemiyê yê Stenbolê di çalakiya hefteyî ya 537'an li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev û bi pankarta "Kujer diyar in winda li ku derê ne" û wêneyên windayan hilgirtin. Malbatên Roboskê yên ku zarokên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin, parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes piştgirî dan Dayikên Şemiyê. Di çalakiyê de Serokê HEP'ê yê Amedê VEdat Aydin ê ku ji hêla JÎTEM'ê ve hat qetilkirin bi bîr anîn û aqûbeta Ahmet Yaman (30) ê ku di 1'ê tîrmeha 1995'an de li ser gazîkirina Fermandariya Cendermeyan a Qilabanê çû qereqolê û careke din tu agahî jê nehat girtin pirsîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û got ku dewlet li şûna kujeran bibîne êşan xizmên windayan zêdetir dike. Encu da zanîn ku kujerên windayan li holê ne û wiha axivî: "Ev kujer bêyî hesab bidin yek bi yek dimirin û diçin. Divê dewlet bi komkujiyên kiriye re rû bi rû were."
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî xwest ku doza windayan bê şopandin û bang li rayedaran kir ku kujeran bidarizînin.
Piştî axaftinan Umît Tekay Dîşlî daxuyaniya vê hefteyê da. Dîşlî xwest ku hemû kujer û berpirsyar bên dîtin û cezakirin. Dîşlî çîroka windakirina Ahmet Yaman ê ku li Qilebanê hat windakirin vegot. Dîşlî anî ziman ku Yaman keyayê gundê Ripînê bû û got ku li ser gazîkirina Fermndariya Cendermeyan a Qilebanê çûye wir û careke din tu agahî jê nehatiye girtin. Dîşlî anî ziman ku ligel ku dayika wî Dûrî Yaman serî li dozgeriyê da jî dîsa hewldanên malbatê bêencam ma.
Dîşlî xwest ku kujer û rayedarên dewletê yên wê demê bên darizandin û cezakirin.